Komîteya Karûbarên Civakî ya Tebqayê ji bo pêşî li bêkariyê bigre dixebite

Komîteya Karûbarê Civakî ya herêma Tebqayê ji bo pêşî li bêkariyê û kêmkirina rêjeya xizaniyê di bigre dixebite.

Komîteya Karûbarên Civakî ya girêdayî Rêveberiya Herêma Tebqa û gundewarê wê di 1‘ê Mijdara 2017‘an de hate avakirin. Komîte ji wê demê ve dixebite da ku derfetên kar li gorî asta xwendin, temen û pisporiyê ji jin û ciwan re peyda bike.

Mekanîzmeya rêxistinbûnê ya Komîteya Karûbarên Civakî

Komîteya Karûbarên Civakî ji 4 Buroyan pêk tê, Buroya Lêkoînê, erkê wê hijmartina malbatên herî xizan di aliyê madî de ye. Buroya Astengdaran jî rewşa kesên astengdar dişopîne û bi rêya kartên ku didin wan alîkariyan pêşkêşî wan dike. Buroya Koçberan, rewşa koçberên li herêmê û yên di kampan de dişopînin  û alîkariyê dide wan. Her wiha Buroya Xebitandinê erka wê derfetên kar ji welatiyan re peyda bike.

Komîteya Karûbarên Civakî kampa Tiwêhîna ya bakurê rojavayê bajarê Tebqayê ku 8 hezar malbat di nav lê dimîne, bi rêve dibe. Komîteyê bi armanca rêxistinkirina niştecihên kampê di 1‘ê Hezîrana 2018‘an de rêveberiya kampê hilbijart. Ev rêveberî ji 4 buroyan pêk tê, Buroya Serdankirinê, Buroya Tenduristiyê, Buroya Kar, Buroya Ketin û Derketinê.

Hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî Ebdulxenî El-Ferec diyar kir ku 5 hezar û 295 kesan navê xwe li Buroya Xebitandinê qeyd kirine û wiha got: “Ji wan hezar û 426 kes di saziyên sivîl de hatine bicih kirin.”

Têkildarî şertên qebûlkirinê El-Ferec got: "Divê temenê kesê serlêdanê dike ne kêm 18 salan be. Kartekê bi hezar û 500 Lîreyên Sûrî ji komîteyê werbigire. Wêneyek ji nasnameya xwe û xebatên ku kirine amade bike. Divê roja Çarşemê serlêdanê bike."

(bb)

ANHA


Mijarên Din