Komîteya Kehrebeyê rê li ber binpêkirinan digire

Komîteya Kehrebeê ya Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bang li şêniyan kir ku sîgorteyên muxalif li ser xeta sereke siwar nekin û got kesên wiha bikin dê bi pereyan werin cezakirin.

Ji ber siwarkirina sîgorteyên (şartêl) kehrebeyê yên muxalif li ser xetên sereke, zext li ser tora kehrebeyê çêdibe û kehrebe li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê qut dibe.

Endamê Komîteya Kehrebeyê ya Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Hisên diyar kir ku lîstina bi amûra pîvana xerckirina kehrebeyê an xirabkirina kablên wê, binpêkirina milkên giştî ye.

Komîteyê keşfek li ser xetên kehrebeyê çêkir û derket hole ku sîgorteyên muxalif li ser xetên sereke hatine danîn. Komîteyê hişyarname ji kesên muxalif re şandin û ew bi pereyan ceza kirin, ji ber diziya kehrebeyê ji xetên sereke, binpêkirin e.

Çeteyan dema ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dagir kiribûn, rêjeyek mezin ji amûrên pîvana xerckirina kehrebeyê dizîn. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Komîteya Kehrebeyê alternatîf dît.

Mihmed Hisên got: "Me sîgorteyên16 ampêr ji wan re dabîn kirin ta amûra pîvana xerckirina kekhrebeyê were peydakirin. Heger şênî li gorî sîstema sîgorteyan tev negerin, dê werin hişyarkirin, heger dîsa dubare kirin, dê bi pereyan werin cezakirin.”

ANHA


Mijarên Din