Endamê komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbyayê yê ji hikumeta Wîfaqê Muxtar Neqasa ji rojnamevanan re daxuyand ku agahiyên li ser dirêjkirina dema ji bo derketina hêzên biyanî û çeteyan ku hatibû gotin komîteyê 90 roj in din dane, ji rastiyê dûr in û bi tekez kir ku di daxuyaniya dawîn ya komîteya leşkerî de hatiye gotin ku divê “yekeser bên derxistin.”
Roja şemiyê, komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbyayê (5+5) bi daxyaniyekê bang li welatên beşdarî kongreya Berlînê bûne kir ku sozên xwe yên girêdayî aloziya Lîbyayê pêk bînin û çekdarên biyanî bişînin welatên wan.
Komîteyê di daxuyaniya xwe de bang li welatên têkildar kir ku hemû çeteyan û çekdarên biyanî "yekser"ji Lîbyayê derxin û qedexeya wergirtina çekan ku Meclisa Ewlehiyê ferz kiribû, pêk bînin.
Hêjayî gotinê ye ku hîna erka derxistina çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê, li pêş serkeftina peymana Cinêvê ya girêdayî agirbestê û bihevguhertina dîlgirtiyan, astengiyeke mezin çêdike.
(cx)