Komîteya Lihevanînê 2 eşîr li hev anîn

Komîteya Lihevanînê ya Herêma Firatê ya Bakurê Sûriyê dozeke beriya 4 salan çareser kir û 2 malbat li hev anîn.

Doz der barê kuştina ciwanekî 20 salî ji eşîra Bêşaltî ji gundê Êdiqê yê başûrê bajarê Kobanê ye ku li Bakurê Kurdistanê li ser destê hevalê xwe yê ku ji eşîra Zerik hate kuştin.

Komîteya Lihevanînê ya Herêma Firatê bang li eşîrên Bêşaltî û Zerik kir ku piştî 4 salan li ser bûyerê ku di encama wê de Reşad Hemo Hemadê hate kuştin ku beşdarî merasîma lihevanînê bibin.

Merasîm li pêşiya avahiya Meclisa Kantona Kobanê bi beşdarbûna rûspî û êlên Kurd û Ereb ên herêma Firatê û endamên rêveberiyê di saziyên sivîl de hate lidarxistin.

Hevserokê Meclisa kantona Kobanê Mistefa Êto di destpêka merasîmê de axivî û diyar kir ku divê pirsgirêkên di nava civakê de bi rêyeke aştiyane çareser bibin.

Êto wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her du malbatan dersek da dijminên gelê Kurd û dijminên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha nameyeke zelal da ku em yek laş in û em ê pirsgirêkên xwe ne bi şîdetê û taybet di vê pêvajoya ku destwerdanên ji derve tên kirin da ku fitne di nav gelan de bê belavkirin, çareser bikin, lê bi mêjî em ê çareser bikin."

Komîteya Lihevanînê destnîşan kir ku wê zêdetirî 2 salan xebat kir da ku her du malbatan li hev bîne, di encamê de malbata ku zarokê wan jiyana xwe ji dest da, erê kir, bêyî ku tu berdêlan bistîne.

Her wiha di merasîmê de endamê Komîteya Lihevanînê ya Herêma Firatê Ibrahîm El-Îsa axivî û spasiya her du malbatan kir ku lihevkirin qebûl kirin û bang li eşîrên li Sûriyê kir ku pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.

Li kêleka wê Ehmed Şêx Hemo ji malbata kesê ku jiyana xwe ji dest daye, got ew gelek caran li hev civiyan û li hev kirin ku fitneyan red bikin û nakokiyê bêyî ku xwîn birije çareser bikin.

Her wiha Welat Hemî ji malbateke din bi navê malbata El-Tertîb tên naskirin, got ew deyndarê welat û şehîdên xwe ne û divê nakokiyên malbatî çareser bikin û li dor doza girîng doza gelê Kurd bicivin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din