Komîteya Lihevanînê du malbatên din li hev anîn

Komîteya Lihevanînê ya Herêma Firatê du malbatên din lihev anîn.  Nakokiya herdu malbatan ji bajarê Mêrsînê yê Bakurê Kurditanê dest pê kiribû û zêdeyî 3 salan dewam kir.

Di encama nakokiyê de zarokeke 14 salî di bûye revandinê de ku di sala 2016‘an de li bajarê Mêrsînê yê Bakurê Kurdistanê de pêk hatibû de jiyana xwe ji dest da, ev yek bû sedem ku nakokiya di navber herdu malbatan de 3 salan dirêj kir.

Komîteya Lihevanînê ya Herêma Firatê di çarçoveya xebatên xwe de nakokiya herdu malbatan " Simê Hebeş a ji êla Ewaxî û Kerîm Secî ya ji êla Mamdîkî" bi razîbûna herdu malbatan bi dawî kir.

Merasîmê li hevanînê li ber avaniya Meclisa Rêveber a herêma Firatê ya li navenda bajarê Kobanê bi beşdarbûna rûspiyên êlan, siyasetmedar û rêveberiyên saziyên sivîl pêk hat.

Di merasîmê de bi navê Simê Hebeş a ji gundê Kazkan Osman Muxtar banga çareserkirina pirsgirêkên nevxweyî  kir ku negihêje rijandina xwîne û got: "Bi hezaran şehîdan ji bo jiyaneke aram û bi rûmet canê xwe dane, divê xiyanet bi xwîna şehînan neyê kirin. Dem ne dema pirsgirêkên navxweyî ye, divê em li hemberî xeteriyên derve hevgirtina xwe çêbikin."

 Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Êto bang li şêniyên herêma Firatê kir ku asta gef û xeteriyên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve nas bikin û got: "Nakokiyên civakî xizmeta dijminê gelê herêmê dike. Lew re divê girîniya xebata me li ser parastina şoreşê û destkeftiyên şehîdan be û ne şerê navxweyî be."

Piştî axaftinan herdu malbat li hev hatin û soz bidawîkirina nakokiyan dan.

Komîteya Lihevanînê ya herêma Firatê bi havkariya Meclisa Malbatên şehîdan di sê rojên dawî de 3 nakokî çareser kirin.

ANHA


Mijarên Din