Komîteya Lihevanînê hezar û 101 pirsgirêk çareser kirin

Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinê ya Reqayê rolek girîng di çareserkirina pirsgirêkên ku jin rastî tên de dilîze. Komîteyê di sala 2019‘an de ji hezar û 904 pirsgirêkî hezar û 101 pirsgirêk çareser kir.

Mala Jin a bajarê Reqayê Reqayê di 11‘ê Tebaxa 2018‘an de hat vekirin. Di Mala Jin de gelek komîte dixebitin, jê Komîteya Lihvanînê ye ku bi çareserkirina pirsgirêkên jinan eleqedar dibe.

Li bajarê Reqa û gundewarê wê 18 komîteyên lihevanînê hene, di van komîteyan de 54 jin dixebitin, her 3 jin cihê xwe di nava komîteyekê de digirin.

Endama Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinê ya bajarê Reqayê Cîhan El-Hesen diyar kir ku armanca avakirina vê komîteyê çareserkirina pirsgirêkên girêdayî jinan e.

Komîteya Lihevanînê pirsgirêkan bi awayekî adil çareser dikin. Di sala 2019‘an de hezar û 904 pirsgirêk gihiştin ber destê komîteyê. Ji wan hezar û 101 hatin çareserkirin û 803 radestî dadgehê hatin kirin.

Ji pirsgirêkên ku tên ber destê komîteyê girêdayî "Zewicandina zarokan,  pirjinî, xwedîkirina zarokan, mîras, pirsgirêkên malbatî û tundiyê ne".

Li gorî komîteyê di meha Çile ya sala 2020‘an 42 pirsgirêk ketin ber destê komîteyê, piraniya wan girêdayî veqetandina jin û mêr, xwedîkirina zarokan û pere bûn. Ji vê hejmarê 25 radestî dadgehê hatin kirin, 5 hatin çareserkirin û 12 têne lêkolînkirin.

Der barê çawaniya çareserkirina pirsgirêkan Cîhan El-Hesen got: "Em di gelek civînan de pirsgirêkê kêlolîn dikin û baş dixwînin. Mînak: hezar doz girêdayî tundina fîzîkî ya li ser jinan hatin ber destê me. Me radestî dadgehê kirin da ku jin mafê xwe bi dest bixe û hesab ji aliyên din bixwaze."

Cîhan destnîşan kir ku ew hewl dide veqetandina jin û mêr nebe û hewl didin pirsigrêkê bi razîbûna herdu aliyan çareser bibe da ku malbatê biparêzin ku şaneya yekem a avakirina civakî ye.

ANHA


Mijarên Din