Komîteya Lihevanînê ya Hews 400 doz bi razîbûnê çareser kiriye

Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Gel a bajarokê Hews ê bejahiya rojhilatê Reqayê 400 doz bi razîbûna her du aliyên çareser kiriye.

Piştî rizgarkirina Reqa û gundewarê wê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêmê dest bi avakirina saziyên xizmetguzarî kir di nav de meclisên gel. Ew meclisa xebatên xizmetguzariyê ji şêniyên re pêşkêş dikin û daxwazên wan dighînin aliyên têkildar. Di nav meclisê de Komîteya Lihevanînê heye. Komîte dozên nakok ên şêniyan çareser dike.

Ji wan, Meclisa Gel a Hews ku di 2018`an de hate vekirin. Avakirina komîteyên lihevanînê di nav komîn û meclisan de xebatên sereke yên Meclisa Gel bûn. Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Gel a bajarokê Hews ji 4 endaman û hevserokatiyekê pêk tê. Komîte rojane dozên şêniyan ji Dîwana Adaleta Civakî ya Keramê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn jê re têne veguhestin pêşwazî dike û komîteyê dozan beyî dadgehê çareser dike.

Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Gel a bajarokê Hews di salekê de  derdora hezar doz pêşwazî kiriye. Jê 400 doz bi rêya razîbûna her du aliyan hatine çareserkirin û jê 150 doz ji Dîwana Adaleta Civakî ya Keramê re hatine şandin.

Hevserokê Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Gel a Hews Ebdullqadir Hisên ji ajansa me re girêdayî makenîzmeya xebatê komîteyê axivî.

Hisên destnîşan kir ku komîte dozan pêşwazî dike, piştre gazî her du aliyên nakok dike û bi wan re nîqaş dike. Doz bi razîbûna her du aliyan tê çareserkirin. Eger birazbûnê çareser nebû ji Dîwana Adaletê ya Keramê re tê veguhestin.

Hisên diyar kir ku piraniya dozan ên li gel Komîteya Lihevanînê bi riya razîbûna her du aliyan çareser dibin. Hisên tekez kir ku komîteyê 400 doz çareser kiriye û hewl dide dozên din jî çareser bike.

Ebdullqadir Hisên îşaret bi azarên şêniyan dema komên çete herêm dagir kirbûn û windabûna adaleta civakî kir. Hisên anî ziman ku şênî fikrê komîteyên lihevanînê û çareserkirina dozan li gorî adetên civakî dipejrînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din