Komîteya Lihevanînê ya Kobanê du malbat li hev anîn

Komîteya Lihevanînê ya Herêma Firatê ya Bakurê Sûriyê nakokiya di navbera du malbatan de ku mehekê dewam kir, çareser kir.

Di navbera du malbatan ji gundê Helincê yê yê bakurê bajarê Kobanê malbata Mustefa Heyder Beyrem û malbata Dirêî Bozan Teyfûr de pevçûneke derketibû.  Di encamê ji herdu malbatan 3 hatibûn birîndarkirin. Nakokiya di navbera herdu malbatan de mehekê dewam kir.

Komîteya Lihevanînê îro bi rûniştekê mudaxele kir û herdu malbat li hev anîn. Bi sedan şêniyên gundên û rêveberên saziyan tevlî merasîmê lihevanînê bû.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Êto axivîn û girîngiya dûrketina ji nakokiyan di demekê de ku gefên li ser herêmê têne xwarin destnîşan kir û banga hevgirtinê li şêniyan kir.

Êto her wiha spasiya endamên Komîteya Lihevanînê û herdu malbat ku banga komîteyê pêk anîn kir.

ANHA


Mijarên Din