Komîteya lêkolînkirin û yekkirina bihayên daneyên xwarinê, hat avakirin

Gelek deste û komîteyên Rêveberiya Xweser komîteyeke hevpar a nû ava kir. Erka wê jî amadekirina rewşa yekkirina bihayên daneyên xwarinê li herêmên rêveberiyê ye. Da ku biha kêmbin û bar li ser şêniyan bên kêmkirin.

Îro li Navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke berfireh hat lidarxistin. Di civînê de Desteya Darayî û Desteya Aborî û Çandiniyê, Gerînendetiya Gumrikê û Komîteyên Darayî yên 7 rêveberiyan amade bûn. Da ku komîteyeke hevpar ji deste û komîteyên aborî  ava bikin. Erka wê komîteyê jî, danîna danasîna bihayên daneyên xwarinê yên derve û hundirê herêmên Rêveberiya Xweser e.

Di civîna ku li navenda Rêveberiya Xweser a Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî li dar ketiye de, hevseroka Desteya Darayî Selwa Seyid, hevsreoka Desteya Aborî û Çandiniyê Emel Xizêm, gerînenedeyê Giştî ya Gumrikê Mihemed Mihemed, nûnerên ji Komîteyên Darayî ya 7 Rêveberiyên Xweser û Sivîl û nûnerên ji Komîteya Bazirganiya Giştî, amade bûn.

Di civînê de avakirina komîteya hevpar a ji tevahî deste û komîteyên navborî bi navê "Komîteya Siyasetên Gumrikê" ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin.

Beşdaran bingehên xebata komîte û erkên wê di dema niha de danîn. Her wiha erka avakirina komîteyên şaxî yên di 7 Rêveberiyên Xweser û Sivîl de bi heman navê (Komîteya Siyasetên Gumrikê) weke qonaxa yekemîn a xebatê, dan pêşberî wê komîteyê.

Peywira van komîteyan ew e ku girtina nêrînan ji rêveberiya xwe û xebitandina li ser yekkirina bihayan di her rêveberiyekê de.

Li ser civînê, hevseroka Desteya Darayî Selwa Seyid daxuyaniyek da ajansa me. Selwa wiha got: “Armanca avakirina komîteyê, hakimbûna li ser biha, sivikkirina bar li ser şêniyan, hakimbûna li ser bazirganiya li herêmê ye.”

Selwa diyar kir ku piştî erêkirina li ser qanûna gumrikê diviyabû Komîteya Siyasetên Gumrikê ya derxistina danasîna gumrika daneyên  ji derve û li hundirê herêmên Rêveberiya Xweser tên û hene, were avakirin.

 Selwa Seyid got: “Komîteyê ji îro ve dest bi kar kiriye. Dê tevahî xebatên xwe beriya dawiya îsal bi dawî bike. Dê lêkolîn bê kirin heta ku dest bi yekkirina bihayan li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser bike.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din