Komîteya Navneteweyî ya Mafên Mirovan: Komkujiya Til Rifetê tirsandina sivîlan armanc dike

Buroya Komîteya Navneteweyî ya Mafên Mirovan a Rojhilata Navîn, komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê pêk aniye, şermezar kir û diyar kir ku “ji bo tirsandina sivîlan" e.

Buroya Komîteya Navneteweyî ya Mafên Mirovan a Rojhilata Navîn bi daxuyaniyekê wiha got: "Ev komkujiya xerab dikeve nava bûyerên ku li herêmên di bin destê Tirkiyê de ne ku berê jî gelek komkujî lê pêk hatibûn û çekên qedexekirî bi armanca tirsandina sivîlan hatibûn bikaranîn."

Ev daxuyanî piştî ku duh dewleta Tirk a dagirker komkujiyek li navçeya Til Rifetê li dijî sivîlên ji Efrînê û gundewarên wê koçber bûne, pêk anî û di encamê de 10 sivîlên ku piraniya wan zarok bûn, hatin qetilkirin û zêdetirî 10 kesên din jî birîndar bûn, hat.

Her wiha komserê komîteyê Dr. Heysem Ebo Seîd bi rêya daxuyaniya buroya xwe wiha diyar kir: "Gelek hewldanên din ên Amerîkayê ji bo dirêjahiya aloziya li herêmê hene. Herî dawî jî hewl da ku rewşa aborî aloz bike û saziyên sinaî yên tenduristî û dermanan dorpêç bike û dermanan di bin çavdêriya xwe de bide çêkirin. Her wiha aloziya petrolê derxist ku bandoreke neyînî li hemû qadên din dike."

ANHA


Mijarên Din