Komîteya Parastinê bêdengiya civaka navdewletî ji binpêkirinên Tirkiyê şermezar kir

Komîteya Parastinê ya Minbicê bi daxuyaniyekê bêdengiya navdewletî ya ji binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî xaka Sûriyê şermezar kir û soza şopandina xeta şehîdan nû kir.

MINBIC

Komîteya Parastinê ya Minbicê piştî pîrozbahiya salavegera Hêzên Erka Xweparastinê daxuyaniyek têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmê Bakurê Sûriyê da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: " Dewleta Tirk û AKP‘ê bi pêşengtiya terorîstê mezin Erdogan êrîşên xwe yên li dijî xaka me û kuştina jin û zarokan bê sebeb didomînin. Dewleta Tirk bi van binpêkirinên xwe parastina çeteyên DAIŞ‘ê û komên terorîst dike.

Binpêkirinên dewleta Tirk di nav bêdengiya navdewletî û cîhanî pêk tên. Bi navê Hêzên Erka Xweparastinê û gelê me yê têkoşer, kiryarên Erdogan û çeteyên girêdayî wî û hemû hevalbendên wî şermezar dikin. Em ê bi rêya mafê parastinê ya rawa  pêkhate û xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye ava dan biparêzin.

Bila hemû kes bizanibe ku em xwediyê vê xakê ne. Em li ser bostek xaka xwe bazaran nakin her çi qas berdêl giranbuha be. Bila her kes bizanbin ku em xeta şehîdan dişopînin. Ji ber ku ew rêberên me ne û em giyana berxwedanê û têkoşînê ji biratiya gelên ku bi hezaran salan li ser vê xakê jiyane digirin.

Bijî Sûriyeya azad û demokratîk, şehîd namirin û ji birîndaran re şîfa lezgîn û ji gelê me re azadî."

(şx)

ANHA


Mijarên Din