Komîteya Parastina Civakî li Şedadê dest bi avakirina komîteyên taxan kir

Komîteya Parastina Civakî dest bi xebata avakirina komîteyên parastina taxên navçeya Şedadê û gundewarên wê kir.

Ji bo berjewendiya giştî, Komîteya Parastina Civakî ya Meclisa Şadadê ya başûrê kantona Hesekê lez da xebata avakirina komîteyên parastinê yên taxên navçeyê û gundewarên girêdayî wê.

Komîteyê rêzecivîn ji şênî û komînên navçeyê re organize kirin û ta niha nêzî 50 şervan li navend û saziyên sivîl belav kirin da ku parastina wê bi şev û roj li ser 24 saetan bikin.

Komîteya Parastinê niha li navçeyê hewl dide komîteyên şaxî li taxên navçeyê ava bike da ku parastina ewlehî û aştiya şêniyan di hundirê taxên navçeyê de bi hevkariya bi aliyên ewlehî yên taybetiya li navçeyê re bikin.

Komîteya Parastinê ya Meclisa Şedadê Îd Hebod ji ajansa me ANHA’yê re ragihand ku ji ber berjewendiya giştî komîteyê dest bi aktîfkirina odeya çavdêriyê di hundirê saziyan de kir ku xebata ewlehiyê di hundirê navçe û saziyan de bişopîne.

Hebod bal kişand ser ku di vê derbarê de rêzecivîn bi komînên li navçeyê re li dar ketin û nîqaş der heqê çawaniya parastina taxan de ya ji bo rewşên awarte pêk hatin. Her wiha komîteyên parastinê di hundirê komînan de da ku li hember planên terorîst  ên tevliheviya aramiya navçeyê de bisekinin, mîna çawa li Hesekê û Qamişlo rû dane, hatin çalakkirin.

Di dawiyê de Hebod bang li tevahî şêniyan kir ku li gel aliyên ewlehiyê hevkar bin û agahiyan der barê gumanbariyê de pêşkêş bikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din