Komîteya Parastina Rojnamegeran: Divê hesabê êrişa li dijî Ednan Reşîdî bê xwestin

Komîteya Parastina Rojnamegeran a Navneteweyî duh ji desthilatên Başûrê Kurdistanê daxwaza lêpirsîna lezgîn û giştî der barê êrişa li dijî rojnameger Ednan Reşîdî û îşkenceya li wî kir, her wiha daxwaza lêpirsîna kesên destê xwe di êrişê de hene jî kir.

Rojnameger Ednan Reşîdî ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, her wiha xebata edîtoriyê ji malpera girêdayî Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê re dike ku rewşên destdirêjiyê li mafên mirovan li herêmên Kurdan belge dike, di 11’ê Adarê de hate derbkirin.

Li gorî Reşîdî ji rêxistinê daxuyand, kesên ew derb kirine, mask xistibûn serê xwe û gotin ji hêzên Asayîşê re dixebitin û wan bi çoyan li Reşîdî daye, dest û lingên wî girê dan, piştre destê wî şikandin, her wiha wan kesan ji Reşîdî xwest ku alavên xwe yên elektronîk û CD’yên ku li ser agahiyên li ser çalakvanên Îranê hatine qeydkirin, radest bike.

Li gorî Kanala El-Hura, Reşîdî gotiye ku piştî zanî wan kesan hevjîn û kurê wî girtine, agahî radestî wan kirin, her wiha li gorî Reşîd daxuyandî dîmenên hevjîna wî piştî neçar kiriye ku cilên xwe ji xwe bike, kişandin.

Kesên êrişî Reşîdî kiriye, piştî radestkirina alavên xebatê ku xwestine, çûne.

Di 17’ê Adarê de polîsên Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û tê de got 2 kesên destê xwe di êrişê de hene, girtine.

Nûnerê Komîteya Parastina Rojnamegeran Ignacio Miguel daxwaz kir ku kesên êrişa hovane li dijî Ednan Reşîdî û malbata wî pêk anîne, werin girtin.

Di wêneyên ku Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê de belav kiriye de serî û destên Reşîdî di encama lêdanê de hatine şikandin.

(fr)


Mijarên Din