Komîteya Perwerdeyê li Tebqayê plansaziya xwe ya salane pêk tîne

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê dest bi sererastkirina dibistanên ku zirar dîtine, kir.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê li gorî plansaziya salane ya perwerdeyê, dest bi sererastkirina sazûmaniya 10 dibistanên li navenda bajarê Tebqayê û gundewarên wê yên li aliyê rojhilat û bakur kir. Dibistanên ku tên sererastkirin, di dema serweriya çeteyên DAIŞ`ê de ziyanê mezin dîtine.

Hejmara dibistanên ku hatine wêrankirin, bi awayekî giştî gihaşt 13 dibistanan, her wiha 13 dibistanên din jî xira bûne.

Têkildarî mijarê projeya jinûveavakirina sazûmaniya 10 dibistanan di nava xwe dihewîne ku ew jî ev in; li Tebqayê Dibistana Cemal Ebdulnasir, Ebn El-Nefîs, El-Mihdîsê LL-Benat, Îzedîn Qesam, her wiha li bejahiya rojhilat jî Dibistana El-Mezraa El-Şemaliyê, El-Xifiyê El-Şemaliyê û El-Barûda û li bejahiya bakurê rojava jî Dibistana El-Mehmûdlî, El-Mezyûna û El-Cirniyê.

Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Henano Xelîfê destnîşan kir ku projeya sererastkirina dibistanan, dê bi awayekî berbiçav fişara li ser dibistanan kêm bike.

Tê zanîn ku hejara xwendekaran li herêma Tebqayê gihaşt 47 hezaran ku ji hemû qonaxên perwerdehê pêk tê.

Xelîfê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ku komîte, piştî projeya sererstkirinê ya di lîsteya yekemîn a di betlaneya werza havînê de, dê yekser dest bi sererastkirina zêdetirî 15 dibistanên Tebqa, El-Cirniyê û El-Mensûra bike.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din