Komîteya Perwerdeyê soza vekirina dibistanê li kampa Waşûkanî da

Zêdetirî hezar û 50 xwendekarên ku ji ber êrişên artêşa Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçberbûne û li kampa Waşokanî bicihbûne, bendewarê derfetên nû yên berdewamkirina perwerdeyê ne.

Dagirkeriya artêşa Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hişt ku zêdetirî 300 hezar kes koçî herêmên hundir ên dûrî sînorê Sûriyê-Tirkiyê bibin, ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser kampa bi navê Waşokanî ji koçberan re vekir.Rêveberiya Xweser kampa Waşokanî li rojavayê bajarê Hesekê vekirin û ji bo koçberên ji Girê Spî jî li bajarokê Tilsemin ê bakurê Reqayê kampek vekirin.

Dagirkeriya Tirkiyê rasterast bandora xwe li proseya perwerdeyê ya herêmê kir, nexasim herêmên nêzî sînor, ji ber vê yekê bi hezaran xwendekar ji mafên xwendinê bê par man.Mînaka vê yekê jî zarokên ji herêmên Cizîrê yên ji ber koçberkirinê li kampa Waşokanî bicihbûne, her wiha koçberên ku li navendên cuda yên li bajarê Hesekê, Qamişlo û bajarên din belav bûne ye.

Kampa Waşkanî bi temamî ji mafên perwerdeyê bê par mane.Li kampê 2 hezar û 200 koçberên mezin, jin û zarokên ku ji navçeyên Serêkaniyê û Tiltemrê ne.Tê zanîn ku dema 9 Cotmehê artêşa Tirk êrişî herêma Serêkaniyê û Tiltemrê kir şênî koçber bûn û li gorî rêveberiya kampê diyar kir ku hejmara zarokên ku ji prosya perwerdê bê par mane zêdetirî hezar û 50 xwendekarî ye.

Zarokên bi navên Zên El-Dîn Abidîn, Mîral Hesen, Fewaz Elî û Yasîn Mihemed Sîno ji Serêkaniya dagirkirî ne û derbarê hezkirina xwe ji zanistê re û vegera li dibistanan anî ziman.Her wiha xwendekaran îşaret bi girîngiya garantiya proseya perwerdeyê kirin û gotin, em dixwazin  li kampê dibistan vebin û em li xwendina xwe vegerin.

Lê belê koçberê bi navê Feysel Feysel xwedî 4 zarokên di temê xwendinê de ne wiha tîne ziman, ji beriya 20 rojan ve em li vir in, rewşa me baş e, tenê bila li kampê dibistan vebin û zarok xwendina xwe berdewam bikin, ji ber vê yekê em  bang li aliyên peywendîdar dikin ku derfeta perwerdeyê ji zarokan re di ber çavan re derbas bikin.

Têkildarî rewşa kampê û rewşa perwerdeyê serokê kampa Waşokanî Fayîz Îbrahîm ji ANHA`yê re wiha parve kir, di halê hazir de 2 hezar û 200 koçber li kampê hene, piraniya wan zarok û jin in, di nav de jî 274 malbatên ji Serêkaniyê, Tiltemir û Zirganê hene.Niha prosya perwerdeyê kambax e, her wiha ne rêxistin û ne komele banga me ya misogeriya perwerdeyê ji zarokan re bi cih nekirine, lê belê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Hesekê soza di zûtirîn dem de ew ê rewşa perwerdeyê di ber çavan re derbas bikin, dane.

(eh)

ANHA


Mijarên Din