Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star teqîna li Efganistanê şermezar kir

Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star, Neteweyên Yekbûyî bi teqîna li paytexta Efganistan Kabulê tawan bar kir ku di encamê de 32 zarok jiyana xwe ji dest dan û bang li rêxistinên mafên zarokan kir ku strageheke ewle ji bo zarokan dabîn bikin da ku zarok dûrî şer û komkujiyan perwerdeya xwe bibînin.

Îro yekşemê Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star bi daxuyaniyekê siyasetên nijadperest û olperest ên Tevgera Talîbanê li Efganistanê, şermezar kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji destpêka dagirkirina Efganistanê ji aliyê Tevgera Talîbanê ve û heta niha, em rojane êşên ji ber siyasetên nijadperestî û olperestiyê yên ku gelê Afganî dikişînin, dibînin.

Ev yek di teqîna ku duh li rojavayê Kabulê li navendeke perwerdeyê pêk hatiye de xuya bû, ku di encamê de 32 zarokên ji qonaxên seretayî û amadehî jiyana xwe ji dest dan. Ev kiryar tev di bin navê Îslamê de ne û bi vê bihaneyê fikrê xwe yê tundraw li nav gel belav dikin, tam wek hevrêyên wan DAIŞ li Sûriyê û Iraqê. Efganistan ne tenê niha, ji berê de di bin dagirkerî û mêtingeriya gelek aliyan de bû, wek Yekitiya Sovyet, Amerîka û Tevgera Talîbanê.

Ev bûyer wê yekê dide nîşan ku di sedsala 21’ê de zarok ne ewle ne û ji mafê fêrbûnê bêpar in. Em bang li rêxistina mafên zarokan (UNICEF) dikin ku ji zarokan re stargehên ewle ava bike da ku zarok perwerdeya xwe temam bikin. mekanîzme û pergal deyne da ku zarokan dûrî şer û komkujiyan bihêle.

Em Neteweyên Yekbûyî (NY) li hember van şeran berpirsyar dibînin, nexasim ku ji bo pêkanîna aştiyê tu xebatan nake.”

(mh)


Mijarên Din