Komîteya Perwerdeyê ya Tebqayê ji bo mamosteyan dewreyek vekir

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê hewldana pêşxistina perwerdeyê dike. Di vê çarçoveyê de dewreya duyemîn a bi navê Dewreya Şehîd Alî Ferhan El-Himêdî ya amadekirina zêdetirî 2 hezar û 250 mamosteyan vekir.

Bi piştgiriya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, Komîteya Perwerda û Fêrkirinê 10 navendên perwerdeyê ku li ser Tebqa û gundewarên wê hatine belavkirinkirin, amade kirin û hemû pêdivî pêşkêş  kirin.

Navendên ku hatine diyarkirin, wiha ne: 4 li Tebqayê, 3 li El-Mensûra ku dikeve rojhilatê Tebqayê û 3 li El-Cirniyê ya li bakurê rojavayê Tebqayê. 

Dewreya ku di 9`ê meha Hezîranê de hatiye vekirin û dê heta 2 mehan berdewam bike, dê hemû mamosteyên ku navên xwe li gel Komîteya Perwerdeyê tomar kirine, tê de werin perwerdekirin. Perwerdeya mamosteyan dê li ser materyalên ku îsal li dibistanan hatine belavkirin û pedagojiyê be.

Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Perwerdê Henano Xelîfê tekez kir ku di demên derbasbûyî de komîteyê da ku mamosteyên din werin perwerdekirin, amadekariyên kadroyên perwerdeyê ji kesên pispor û xwedî ezmûn kir.

(eh/kc)

ANHA


Mijarên Din