Komîteya Şaredariyan a Reqayê 3 proje bi dawî kirin

Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê civînek li dar xist, ragihand ku 3 projeyên mezin bi dawî kirin û dest bi projeyên ziftkirina rêyan kiriye.

Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê civîneke li qada avahiya meclisê li dar xist.

Di civînê de komîteyê ragihand ku projeyên tîma destwerdana lezgîn, projeya kanalîzasyonê, xebitandina alavan bi dawî kirine. Komîteyê ji 4 mehan ve dest bi rakirina bermahiyan û vekirina rêyên bajarê Reqayê kirine.

Her wiha komîteyê îro ragihand ku dest bi projeyek nû; projeya jinûve ser sererastkirin û ziftkirina rêyan kiriye. Di vê projeyê de dê rêya ji Kornîşê a li milê bakur destpê dike, çarxerêya El-Firûsiye heya bighêje çarxerêya El-Sewamêi û li rêya başûr ber bi çemê Firatê ve werin ziftkirin. Ev rê gundewarên bajêr ên baku û rojava bi hev ve girê didin

Her komîteyek ji komîteyên ku çavdêriya projeyê dikir, raporên xwe girêdayî lêçûna wan projeyan û dema qedandina projeyan amade kirin. Girêdayî mijarê rêveberê Komîteya Alavan Sedam El-Umer got: "Projeya Xebitandina alavan ji 2`yê Sibatê ve destpê kiriye û di 17`ê Hezîranê de bi dawî bû. Lêçûna wê gihaşt 148 hezar dolar amerîkî. Tê de 76 karker xebitîn. Hejmara alavên ku di projeyê de hatine bi karanîn 14 tireks, 18 qelab, 3 bobkat û 5 sehrîcên avê bûn."

Têkildarî makenîzmeya kar Sedam destnîşan kir ku wan rêya Reqayê dabeşî gelek beşan kirin. Piştre derdora 8 hezar û 500 m kabik ji bermahiyan hatin rakirin û ava vexwarinê li tevahiya gundewarên nêzî bajêr hate belavkirin.

Serokê tîma Destwerdana Lezgîn Yesêr El-Xemîs di rapora xwe de got: "Di 1`ê Adarê de qonaxa sêyemîn a xebatên tîma Destwerdana Lezgîn destpê kirin û di 9`ê Hezîranê de bi dawî bûn. Timê di wê demê de 699 cenaze ji gorra El-Fexîxa û 246 cenaze ji gora El-Mueskar derxistin. Her wiha tîma agirvemirandinê jî 157 şewatên ku di nav zeviyan de çêbûne vemirandin."

Piştî xwendina raporan, Komîteya Şartedariyan û Rêveberiya Herêmî destpêkirina projeyek nû; ziftkirina rêyên ku zirar dîtine ragihand. Ji b wê jî 168 hezar dolar amerîkî veqetandiye. Tê payîn ku proje di 60 rojan de bi dawî bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din