Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê projeyên şaredariyên Qamişlo erê kirin

Komîteya Şarederiyan û Parastina Hawîdorê piraniya projeyên xizmetguzarî yên ku şaredariyên kantona Qamişlo pêşniyar kiribû erê kirin. Tê payîn ku komîteyê sibe ji bo her şaredariyek re budceyekê veqetîne.

Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê ya kantona Qamişlo civînên xwe yên bi şaredariyên gel ên kantonê re bidawî kirin, ev civîn bi armanca nîqaşkirina projeyên xizmetguzarî yên bajar û navçeyan lidar ketin.

Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê ya Qamişlo di 1`ê Adarê de dest bi lidarxistina civînan bi şaredariyên kantonê re kir (navçeya Tirbespiyê, Til Hemîs, Til Birak, Til Koçer, Amûde, Girkê Legê, Çilaxa, bajarê Dêrikê û bajarê Qamişlo. Da ku projeyên çaryeka yekemîn a 2020`an nîqaş bike. civîna dawîn îro li bajarê Qamişlo lidar ket.

Civîn li avahiya Şaredariya Gel a navçeya Şerqiye ya bajarê Qamişlo lidar ket. Hevserokên Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê Mesûd Yusif û Şermîn Şaqo, Komîteya Rêveber, Komîteya Nirxandinan a Komîteya Hawîrdorê, endamên Şaredariya rojhilat û rojeva û Gerînendeya Veguhestinê tev li civînê bûn.

Di civînê de şaredariyên her du navçeyan rojhilat û rojava yên Qamişlo projeyên xwe yên çaryeka yekemîn a 2020`an pêşniyar kirin. Di nav de ziftkirina rêyên şaxî û giştî, sererastkirina rêyên şaxî bi kevirê şikandî, restorekirina toreya kanalîzasyonê û xurtkirina binesaziya bajêr.

ŞAREDARIYÊ WÊ XEBATÊN XWE YÊN KU JI BER ÊRIŞÊN ARTÊŞA  TIRK A DAGIRKER RAWESTÎNE TEMAM BIKE

Hevseroka Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê Şermîn Şaqo diyar kir ku komîteyê ji bo derbaskirina kêmasiyên di sala borî de derketine plansaziyên nû danîne.

Şermîn destnîşan kir ku armanca lidarxistina civînan ew e ku daxwazên gel ji aliyên xizmetguzarî ve yekser nas bikin.

Şermîn Şaqo bal kişand ser ku piraniya projeyên ku şaredariyên gel pêşniyar kirine, mîna hev in, mîna xurtkirina binesaziyê, sererastkirina toreyên avê yên xirabe, ziftkirin û firehkirina rêyan, projeyên taybet bi veguhestina hundirîn. Şermîn destnîşan kir ku Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê piraniya projeyên ku şaredariyan pêşkêş kirine erê kirin.

Tê payîn ku Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê sibe Pêncşemê civînekê lidar bixe, ji bo ku projeyan nîqaş bike û ji her şaredariyekê re budceyekê veqetîne. Tê payîn ku şaredariyên gel ên kantona Qamişlo di destpêka Gulanê de yanî di çaryeka duyemîn de dest bikar bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din