Komîteya Sotemeniyê mazot li Şedadê belav kir

Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Şedadê bi hevkariya komînan beşa yekemîn a mazotê li şêniyan belav kir.

Beriya ku demsala zivistanê were û ji bo dabînkirina madeya mazotê ji şêniyan re Komîteya Sotemeniyê ya Şedadê mazot li şêniyên navçeyê belav kir.

Mazot bi rêya komînên taxan tê belavkirin, bi vê yekê zûtir digihêje şêniyan, paşê dê mazot li şêniyên gundan jî were belavkirin.

Li her malbatekê 440 lître mazot wek beşa yekemîn hat belavkirin. Berpirsê komîteyê yê li navçeyê Fayîz Hecîc da zanîn ku dema beşa yekemîn bi dawî bikin, ew ê yekser dest bi belavkirina ya duyemîn jî bikin. Hecîc bal kişand ser ku belavkirina mazotê wê li gorî plana Komîteya Sotemaniyê be, destpêkê dê ji taxên navçeyê dest pê bikin û paşê li şêniyan gundan.

Li aliyekî din jî hevserokê komîna Tewesiyê Kesar Elî got ji bo belavkirina mazotê komîte bi wan re hevkar e ku hejmara malên her komînekê nas bike û paşê dest bi dayîna mazotê bike.

Par kêmasî di karê Komîteya Sotemeniyê de derketibû, ji ber vê yekê îsal mazot zû tê belavkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din