Komîteya Sotemeniyê ya Dêrazorê dest bi belavkirina mazotê li şêniyan kir

Komîteya Sotemeniyê ya Gundewarê Rojhilat ê Dêrazorê dest bi belavkirina mazota germkirinê li welatiyan kir. Belavkirin wê dawiya vê mehê bi dawî bibe.

Komîteya Sotemeniyê ya Gundewarê Rojhilat ê Dêrazorê dest bi belavkirina mazota germkirinê li welatiyan kir. Xebatên belavkirinê ji bajarokên Baxoz, Ebû Hesen û gundê Ebû Herdûb dest pê kirin. Çavdêrên belavkirinê diyar kir ku di vê mehê de wê mazot li tevahî şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê were belavkirin.

Xebatên belavkirinê bi çavdêriya Komîteya Sotemeniyê, komîn û meclisên herêma rojhilat a Dêrazorê bi rêve diçe. Di vê çarçoveyê de dê 71 hezar û 361 malbatên li gundewarê rojhilat mazotê werbigirin. Her malbatek dê 300 lître mazot werbigire ku nixê lîtreyekê 140 lîreyên sûrî ye.

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîvê Gulana derbasbûyî civînek li dar xistibû. Tê de biryar da bû ku beriya zivistanî mazota ji bo germkirinê li tevahî şêniyan were belavkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din