Komîteya Tenduristiyê li Hesekê li dijî Koronavîrusê dest bi pêngaveke nû kir

Bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê Komîteya Tenduristiyê hîn zêdetir bergirî girtin, li Kampa Waşûkanî komîte ava kirin û bang Ii welatiyan kir ku pabendî bergiriyên Rêveberiya Xweser bin.

Piştî xetereya belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) li seranserî cîhanê, yekser Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Rêveberiya Xweser bergiriyên pêwîst girtin.

Beriya niha Rêveberiya Xweser biryara giritina dibistanan, saziyên sivîl û sînoran dabû, her wiha şaneyên aloziyê ava kirin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vê sibê ve qonaxa duyemîn a qedexeya derketina derve dest pê kir û hêzên ewlekariyê kar û xebatê dikin.

Bi armanca naskirina bergiriyên din ên Komîteya Tenduristiyê şaxê kantona Hesekê, endamê Komîteya Tenduristiyê Ebdulezîz Mamo diyar kir ku wan gelek bergirî girtine, ji wan dezenfektekirina avahiyên girtî, saziyên li kanton û navçeyên wê, hemû bajarên pê ve girêdayî ne. Mamo got ku ew ê dest bi amadekariyên pêngava duyemîn a dezenfektekirinê bikin û dê avahiyên vekirî yên wekî baxçeyên giştî û bazaran jî dezenfekte bikin.

BERGIRIYÊN PARASTINA KOÇBERÊN LI KAMPA WAŞÛKANÎ

Artêşa Tirk a dagirker 9’ê Cotmeha 2019`an êriş kir û hîn jî êrişên wê didomin, lewma zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûn û bi hezaran li bajarê Hesekê bi cih bûn, lewma Rêveberiya Xweser navend ji bicihkirina koçberan re vekir û Kampa Waşûkanî ku 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê, vekir.

Ebdulezîz Mamo bal kişand ser ku Komîteya Tenduristiyê bi hevkariya rêveberiya kampê, komîteyeke tenduristiyê ya taybet bi Kampa Waşûkanî vekir, her wiha dema derketin û vegera li kampê diyar kir. Mamo wiha axivî: "Me tîmên tenduristiyê danîn têketina kampê da ku bi bergiriyên pişkinînê pêk bînin, her wiha me alava pîvana heraretê da tîmê, tîmên rewşên awarte, tîmên hişyarkirinê û belavkirina zanînê ava kirin û tîmên nexweşan derman bikin, erkdar kirin."

PÊNGAVA DEZENFEKTEKIRINÊ Û ZÊDÊKIRINA NAVENDÊN TENDURISTIYÊ

Mamo da zanîn ku nuqteyên tenduristiyê ji bo rewşên biguman terxandine, deverên girtî yên li kampê derman  kirine, her wiha dê sibe jî dest bi dezenfektekirina avahiyên giştî û navendan bikin û derbarê qedexeya kombûna li nava kampê dê gelek bergiriyan bigirin.

Mamo destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 navendên tenduristiyê hatine  vekirin lê heke pêwîst bike em ê navendên hin  navendên din jî vekin, ji bo rewşên  awarete dê li her herêmekê zêdetirî deverekê were diyar kirin, hejmarên telefoanan ji bo 24 saetan di xizmeta rewşên awarte de bin hatine veqetandin.

Ebdulezîz Mamo di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku rol û mîsyon ne tenê dikeve ser milê rêveberiyê, lê divê  hemû qad bergiriyên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê bi cih bînin, li paqijiya xwe û avahiyên giştî baldar bin û maskan bi kar bînin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din