Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê hemleya pakkirinê didomîne

Komîteya Tendurisyê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê hemleya pakkirina û zanakirin didomîne. Wek tedbîrekê li dijî Korona. Heta niha tu haletên vegritina vîrûsa Korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatiye belgekirin.

Komîteya Tenduristiyê bi hevkariya Şaredariya Gel a bajarê MInbicê û gundewarê wê xebatên pakkirina tevahiya avahiyên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê didomîne. Di hemleyê de nexweşxaneya Firat bi tevahiya beşên xwe hate pakkirin. Ev hemle di çarçoveya gavên hişyariyê li dijî vîrûsa Korona de tê.

Hemleya pakkirinê ji 16`ê Adarê ve destpê kiribû. Hemle heya niha berdewam e. li rex wê jî, komîteyên hînkirinê girêdayî vîrûsa Korona hatin avakirin. Ev tîm derbasî nav taxên bajêr û malan bûn û ji şêniyan re rêbazên xweparastinê ji vîrûsê, pêwîstiya girtina tedbîran û parastina paqijiya kesayetî şîrove kirin.

Di vê dawiyê de piştî bidawîkirina avahiyên komîte û saziyan,  hemleya pakkirinê li cihên giştî hate meşandin. Li gorî çavdêrên bernameya pakkirinê, hemle heta piştrastbûna ji tunebûna vîrûsê wê bidome.

Ev hemle wek beşek ji tedbîrên parastinê yên ku rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî vîrûsa Korona girtine tê. ruxmî ku heta niha tu halet nehatiye belgekirin.

Tê destnîşankirin ku deriyên sînor, dibistan, zanîngeh û saziyên piraniya herêmê hatin girtin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din