Komîteya Tenduristiyê ya Şedadê bernameya nobedariyê ji bo dermanxaneyan çêkir

Piştî giliyên şêniyan ên der barê girtina dermanxaneyan de, Komîteya Tenduristiyê bernameya nobedariya şevê belav kir da ku dermanxane ji saet 8’ê êvarê heta 12’ê şevê vekirî bimînin.

Piştî ku giliyên şêniyan ên der heqê zûgirtina dermanxaneyan a piştî saetên nîvro de dubare bûn,  Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî meclisa navçeya Şedadê bernameya nobedariya şevê li 8 dermanxaneyan belav kir.

Endamê rêveber ê Komîteya Tenduristiyê Salih Elî têkildarî mijarê wiha got: "Bernameya nobedariya şevê bi awayekî baş li navçeyê ji kêliya belavbûnê de pêk tê û divê dermanfiroş li gorî wê tev bigerin."

Elî bal kişand ser ku kesên perspektîfên der barê nobedariyê de binpê bikin, dê li gorî bergiriyên qanûnî bên lêpirsînkirin. Elî wiha bi bîr xist: "Komîteya tenduristiyê li ser jiyana şêniyan baldar e. Ji lew re giliyên şêniyan bi dilxweşî pêşwaz kirin û xebateke cidî ku dermanfiroşek bi şevê vekirî be, pêk anî."

Di heman çarçoveyê de dermanfiroş Hemed Casim anî ziman ku bernameya nobedariyê ji Komîteya Tenduristiyê wergirt ku tê de nobedariya dermanxaneyan bi şevê ya hefteyekê hatiye diyarkirin. Casim piştrast kir ku ev pêngaveke erênî ye ji bo xizmeta şêniyên navçeyê û li gorî nobedariyên xwe tev digerin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din