Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê stasyona oksijînê amede dike

Bi desteka Rêxistina Tenduristiyê  ya cîhanî, Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê 2 roj e dest bi amadekirina stasyona oksijînê kiriye. Ev stasyon beşek ji beşên nexweşxaneya Tebqa ya niştîmanî ye.

Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Tebqayê piştî amadekirina pêdiviyên locistî ji nexweşxaneya niştîmanî ku çeteyên DAIŞ`ê rûxandibû, stasyona oksijînê li nexweşxaneyê danî.

Hevserokê komîteya tenduristiyê ya Tebqayê Ibêd Mislim diyar kir ku piştî destpêkirina stasyona oksijînê, dê zehmetiyên aborî li şêniyan rabike.

Derbarê mijarê de, Ibêd Mislim tekez kir ku stasyona oksîjînê ku amadekirina wê tê kirin, hemû pêdiviyên nexweşxaneyê temam dike û derfetên wan hene ku cerên oksijînê yên jî tijî bikin.  Mislim destnîşan kir ku pêwîstiya nexweşxaneyê ji bo vekirina beşên din û taybet beşa lênerîna giştî û nexweşiyên dil heye û gelek cureyên derman jî nayên peydakirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din