Komîteya Têkiliyan nakokiyên du malbatan çareser kir

Komîteya Têkiliyan bi civînekê doza ku di navbera du malbatan ji êla El-Bû Mesa de derketibû çareser kir.

Share to FacebookFacebookShare to TwitterTwitterShare to WhatsAppWhatsAppShare to TelegramTelegram

Komîteya Têkiliyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê îro ji bo çareserkirina doza tolhildanê ya di navbera malbata El-Xelîf û malbata El-Tokan ji êla El-Bû Mesa civînek lihevkirinê li dar xist. Civîn bi efûkirina malbata sûcdar bi dawî bû.

Civîn li gundê El-Hewayic ê gundewarê rojavayê Dêrazorê bi tevlîbûna rûspiyên êlên gundewarê Dêrazorê û aliyên nakok tevî endamên Komîteya Têkiliyan li dar ket.

Her du alî li ser avdana zeviyan bi hev ketibûn, di encamê de zilamek hate kuştin û 3 din jî bi lêdana bi kêran birîndar bûn. Piştî nîqaşan di navbera her du aliyan de, malbata sûcdar hate efûkirin û rê jê re hate vekirin da ku vegerin gundê xwe.

Di dawiya civînê de şêx êlên beşdar belgeya lihevanînê amade kirin. Her du alî û şêx êlên herêmê li ser belgeyê mohr kirin da ku aştî di navbera her du aliyan de misoger be.

(şx)

ANHA


Mijarên Din