Komîteya Xizmetguzariyê ya Dêrzorê dest bi projeya ava vexwwarinê kir

Komîteya Şaredarî û Xizmetguzariyê ya Dêrazorê dest bi avakirina hawizê paqijkirina û depokirina ava vexwarinê kir ku dê avê ji zêdetirî 10 hezar kesî re dabîn bike.

Hemwextî gefên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya Xizmetguzariyê ya Gundewarê Rojava yê Dêrazorê xebatên xwe didomîne. Komîte di vê demê de li gundê Zixêr hawizê ava vexwarinê ava dike.

Komîteya Xizmetguzariyê li gundewarê rojavayê Dêrzorê, stasyona avê ya li gundê Zixêr ku ji sedî 80`ê hewcedariyên niştecihên herêmê bi cih tîne, sererast kir, lê ji ber zêdebûna nifûsa herêmê û bicihkirina koçber û penaberan welatî zehmetiya kêmbûna avê dikişînin.

Di halê hazir de komîte tûrên ava vexwarinê yên li herêmê sererast dike û ji ber ku hejmara niştecihan zêde ye hawizê paqijkirina avê sererast dike da ku av bigihêje tevahiya niştecihên gund.

Ji gundê Zixêr welatiyê bi navê Ebdullah Xelîl ji ajansê re behsa sedemên kêmbûna ava vexwarinê kir û got: "Ji ber zêdebûna nifûsa gund em zehmetiya kêmbûna ava vexwarinê dikişînin. Heta av nagihêje piraniya malan jî ji ber ku hawizê paqijkirina avê li gund tune ye ku alîkariya stasyonê bike û avê ji welatiyan re dabîn bike."

Xelîl hêvî kir ku ev proje di demeke nêzîk de pêk were û got: "Ji ber ava qirêj gelek nexweşî belav bûne, bi tayet li gel zarokan. Her wiha di aliyê madî de me zehmetiyan dikişînin ji ber her bermîleke avê em bi 15 hezar lîreyên sûriyê dadigirin. Em bi hêvî ku di demeke nêzîk de ev proje pêk were."

Hevserokê Komîteya Şaredarî û Xizmetguzariyê ya Gundewarê Rojava yê Dêrazorê Mensûr Wegai têkildarî mijarê wiha axivî: "Stasyona ku berî niha di navbera gundê Zixêr û Sewa de hate avakirin, têra niştecihan nake, lewma em ê li Zixêr hawizê ku ava vexwarinê paqij dike, çêkin da ku ava zelal bigihêje hemû welatiyan."

Mensûr Wegai destnîşan kir ku komîte bi hemû hêz û derfetên xwe kar dike ku barên welatiyên li gund sivik bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din