Komîteya Zemhêrê ya Efrînê rê li ber keysbaziyê digere

Ji sedî 75 bazirgan û firoşkarên li herêma Efrînê biryarên komîteyên zemhêrê yên derbarê rêgirtina li ber kesybazî û lîstina bi buhayê kelûpelan de pêk tînin.

Bi belvûna şewba Koronavîrusê (Covid-19) li cîhanê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku ev şewb derbasî herêmê nebe, gelek biryar girtin. Ji wan derketina derve hate qedexekirin. Ev biryar xwediyên dukanên madeyên xwarin û dermanan di nav xwe de negirt.

Bi armanca ku bazirgan û firoşkar ji vê derfetên fersendê negirtin û bi buhayên madeyan bilind nekin, Komîteya Zabîte û Zehmêrê ya Şaredariya Gel li ser duknan digerin û buhayê madeyan kontrol dikin.

Ji roja ragihandina qedexeya derketina derve ve an ku ji berî 3 roj ve Komîteya Zabîte û Zehmrê di nava kontona Şehbayê û navçeya Şêrawayê gerên çavdêriyê organîze dike.

Di vê çarçoveyê de endamên komîteyê ku 20 in li ser 6 koman hatine belav kirin û ji saet 06:00 sibeha heta ber êvarê gund û navçeyên Şehba û Şêrawayê dişopînin.

Komîteyê heta niha 30 bazirgan û xwediyên duknan ku bi buhayê madeyan dilîstin muxalefe kirin.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Komîteya Zabîte û Zemhêrê yê Şaredariya Gel a Herêma Efrînê Yasir Şêxo got: "Ji roja yekem ve me dest bi geran li sûk û dikanên bazirganiyê yên kantona Şehba û navçeya Şêrawayê kir. Me bazirgan û xwediyên duknan hişyar kirin ku bi buhayê kelûpelan nelîzin. Karê me ji saetên sibeha heta ber êvarî ye. Me hejmara endamên xwe jî zêde kir."

Şêxo destnîşan kir ku ji sedî 75 şênî li gorî biryaran tev digerin, lê hin bazirgan û xwediyên dukanan ên ku bi buhayê madeyan dilîstin hatin muxalefe kirin da ku carek din dûbare nekin."

ANHA


Mijarên Din