Komîteya Zimhêrê bi hatina cejnê re gerên xwe zêde kir

Komîteya Zimhêrê ya bajarê Hesekê di gera xwe ya li ser sûk û dikanan de, gelek bazirgan û dikandar ku kesybazî dikirin û buhayan dilîstin ceza kirin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhabûna nirxên kel û pelan bilind bûye, ev yek barê şêniyên giran dike, nemaze bi hatina cejna Qurbanê re.

Ji ber kesybaziya bazirganan, Komîteya Zimhêrê ya Hesekê gerên xwe li sûk û dikanên bazirganiyê zêde kirin.

Komîteyê destpêkê 5 kom ava kirin, her komek ji 3 endaman pêk tê û li sûk El-Hal, dikanên bazirganiyê û firneyan belav kir. Da ku lîsteyan buhayan kontrol bike û kesên bi buhayê hatine diyarkirin dilîzin ceza bikin.

Endamên komîteyê rojane ji saet 08:00'an heta 15:00'an çavdêriya dikan û firneyan dikin. Her wiha hejmara telefonan ji bo rewşên awarte diyar kiriye da ku li giliyên şêniyan guhdar bike.

Hevserokê Komîteya Zimhêrê ya bajarê Hesekê Basil Emîn diyar kir ku wan zêdeyî 10 dikandar û bazirgan ceza kirine.

Her wiha destnîşan kir ku xwediyên dikanan îdia dikin bazirganên bi cumlê madeyan buha difroşin wan û got: "Dema em li bazirganan vegeriyan diyar bû ku bazirganê li gorî buhayên ku Komîteya Zimhêrê derxistine tevdigerin. Li ser vê gelek xwediyên dikanan ên ku made buha difrotin hatin cezakirin."

Basil Emîn bang li şêniyên kir ku heke dîtin kesekî kesybaziyê dike û bi buhayan dilîzin gililyan pêşkêşî komîteyê bikin.

ANHA


Mijarên Din