Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê: Berxwedana dayikan dê dawiyê li tecrîdê bîne

Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku berxwedana dayikên Kurd a ji bo piştgiriya çalakiya grevê ya li zindanan helwesteke lehengî ye û pîroz e û dê ev berxwedan dawiyê li tecrîdê bîne.

Komîteya Zindanan a PKK û PAJK'ê li ser rojiyên mirinê û grevên birçîbûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ky berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger 6'ê Mijdara 2018'an bi pêşengiya hevseroka KCD'ê û parlamentera Culemêrgê ya HDP’ê yaLeyla Guven li zindana Amedê dest pê kir û hate wiha gotin: "Daxwaza yekane bidawîkirina tecrîdê ye ku di şexsê Rêberê me de li ser gelê Kurd tê ferzkirin û têkbirina faşîzmê ye. Leyla Guven got, 'Dil û mejiyê min ti carî tecrîdkirina Rêbertî qebûl nekir' û serî hilda. Vê berxwedanê kom bi kom belav bû û li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê deng veda. Raperîn ji nava zindana bihurî û pêl bi pêl li gelemperiya dinyayê belav bû."

Komîteyê bi bîr xist ku bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê şeş meh in ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne û diyar kir, "Dewletê bi zext, dek û dolaban hewl da berxwedanê têk bibe, lê belê berxwedêran bi biryardariya xwe hewldanên dewletê têk birin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, 30 girtiyên li zindanan 30'ê Nîsanê û 10'ê Gulanê greva birçîbûnê veguherandine rojiya mirinê ku yek ji şêweyên herî giran ên çalakiyê ye û biryardariya xwe ya mezin nîşanî her kesî dane.

Çalakiya rojiya mirinê dê teqez bi ser bikeve

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, çalakiya rojiya mirinê di meşa azadiyê ya gelê Kurd, gelên bindest û mirovahiyê de biryar û qonaxeke dîrokî ye û hate gotin, "Çawa ku Berxwedêriya Zindana Amedê ya Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Sara, Çaran li dijî faşîzma 12'ê Îlonê serketineke mezin a îdeolojîk afirand û gelê me gihand vê serdemê, hevrêyên li zindanan ên bi xet û ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin, îrade, wêrekî û biryardariya wan wê faşîzma AKP-MHP'ê têk bibe, dawî li tecrîdê bîne, faşîzmê hilweşîne û di azadkirina Kurdistanê de roleke dîrokî bilîze. Ji ber vê yekê biryara rojiya mirinê ya dîrokî, meşa dîrokî ya li ser xeta serketinê ya milîtaniya fedayî ya PKK'ê ye ku wê teqez bi ser bikeve. Xwe vegirtina ji vê armancê, gumana ji wê, fêhmnekirina vê biryara dîrokî û bicihneanîna berpirsyariyên vê biryarê tê wateya reva ji têkoşînê.

Yên ku ev biryar û berxwedana dîrokî herî zêde fêhm kirine, dayikên Kurd in. Xwedîderketina li Berxwedana Zindanê ya Mezin a Dayikan, li Kurdistan û Tirkiyeyê esas, pîvan û rêbaza têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Pîvana bingehîn a mirovbûnê û wezîfeya welatparêzbûn, demokratbûn û şoreşgeriyê ye ku mirov tevlî vê têkoşînê bibin.

Pêngava berxwedanê ya 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin', bi pêşengiya Greva Birçîbûnê û Rojiya Mirinê ya Mezin, desthilatdariya AKP-MHP a faşîst têk biriye, ji hev xistiye. Çetekariya Erdogan-Bahçelî baş dibînin ku wê têkçûna wan gelekî mezin be, lewma ji bo emrê xwe dirêj bikin bi her şêweyan êrîşên faşîst dikin, dek û dolaban digerînin. Tevlîbûna dayikên Kurd li berxwedana zindanê, bi wate, îrade û wêrekiya dîrokî ya jinên Kurd, nêzîkatiyeke lehengî ye, pîroz e. Êrîşên çeteyên faşîst li dijî dayikên Kurd tên kirin jî, li gorî rol û wateya xwe ya dîrokî, namerdî ye û encama tirsa ji têkçûnê ye."

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin, xwedîderketina li berxwedana lehengî ya dayikên Kurd, wê dawî li tecrîdê bîne û derba dawî li faşîzmê bixîne.

Komîteyê berxwedana li zindanan û berxwedan û têkoşîna lehengî ya dayikên Kurd silav kir û bang li her kesî kir ku bi wezîfeya xwe rabin.


Mijarên Din