Komîteyên aborî dest bi wergirtina genim û ceh kir

Li Reqa, Tebqa û Dêrazorê komîteyên aborî dest bi wergirtina hilberînên genim û ceh ji cotkaran bi nirxa ku Rêveberiya Xweser diyar kiriye kir.

Komîteya Aborî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi wergirtina hilberînên genim û ceh ji cotkaran kir.  Miqdara hilberîna ku heta îro hatiye wergirtin 10 hezar û 740 ton e û wergirtin hîna berdewam e.

Komîteya Çandiniyê ji bo depokirina hilberîna ceh depoya Kebiş a ku dikeve gundewarên bakurê Reqayê amade kir. Komîteyê heta niha 7 hezar û 500 ton genim li depoyên Bedir û Sehlebiye ku bi wê armancê diyar kiribû pêşwazî kiriye.

Miqdara hilberîna ceh a ku li depoyên Kebiş hatiye wergirtin gihaşt 3 hezar û 240 ton. Kesên fenî û endezyar prosesa wergirtinê çavdêr dikin.

Rêveberiya Xweser di civînek berfireh de bi tevlibûna endezyar, kesên pispor û endamên komîteyên aborî û çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nirxa wergirtina genim ji cotkaran bi 160 lîreyên Sûriyê û ceh bi 100 lîreyên Sûriyê diyar kir.

TEBQA

Komîteya Aborî xebatên restorekirina depoyên ku ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn wêrankirin hildan ser xwe, da ku hilberînên herêmê depo bike û biparêze. Li gorî serokê Komîteya Çavdêriya Depoyan a Komîteya Aborî endezyar Hemîdî El-Abdullah li Tebqa miqdara genim a ku ji bo nan tê xerçkirin dighêje 30 hezar ton, li Reqa û gundewarê wê 60 hezar ton ji bo nan tê veqetandin, dîsa jî 10 hezar ton ji tovên cureya baş ji bo mewsima bê tê veqetandin.

Ji destpêka Hezîranê ve depoya Sehlebiye ya 35 km dikeve rojhilatê Tebqayê dest bi pêşwazîkirina hilberînên herêmê kir û heta di rojên cejna Remezanê de jî hilbirîn ji cotkaran digirt. Xebatên wergirtina hilberînê li gorî makenîzmeya ku Gerînendeya Çandiniyê diyar kiriye tên meşandin. Destpêkê kertên jêderê ji gerînendeyan an jî ji komîteyên şêwirê yên girêdayî wê têne qutkirin. Kert isbat dike ku zevî di nav herêmên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê de ye.

Karîna depoyên Sehlebiye ya ku ji 12 yekîneyan pêk tê derdora 12 hezar ton ji her yekîneyekê re. Her wiha dê 11 hezar ton û hezar ton ji tov ji bo mewsima bê tê de were depokirin.

Gerînendeya Çandiniyê ya Tebqayê çavdêriya makenîzmeya xebata depoyan dike û bi rêya kadroyek fenî hilberînê pêşwazî dike, ji dabeşkirina hilberînê li gorî kalîtebûnê û li gorî nirxa ku Komîteya Aborî di demek berê de diyar kiriye. Agahiyên girêdayî hilberînê ku ji cotkar têne girtin, kalîtebûna hilberînê û nirxa ku divê ji cotkaran re were dayîn di kertên jêderê de têne nivîsandin. Cotkar li gorî wê kertê bihaya hilberîna xwe ji şaxê Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya li bajarokê El-Mensûre rojhilatê Tebqayê piştî 15 rojan ji radestkirina hilberînê werdigire.

DÊRAZOR

Girêdayî heman mijarê Komîteya Aborî ya gundewarê Dêrazorê dest bi wergirtina hilberînên genim û ceh ji şêniyan bi heman rêbaz, nirx û makenîzmeya herêmê din kir.

Her wiha Komîteya Aborî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê depoyên 10 Kîlometreyan ji bo wergirtina hilberîna genim û ceh diyar kir. Miqdarên ku ji hilberîna genim hatiya wergirtin derdora 5 hezar ton e û ceh jî hezar û 300 ton e.

Bi hezaran hektar ji zeviyên çandiniyê li herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi zanabûn hatin şewitandin.

 (şx)

ANHA

 


Mijarên Din