Komîtyek ji bo yekbûna bacê gumikê hat avakirin

Bi armanca yekbûna bacê gumrikê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyek hat avakirin.

Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li avahiya Desteya Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayê li dar xist.  Di civê de Hevseroka Desteya Darayî Selwa El-Seyid, rêvebirê gumrika giştî Mustefa Hacim û nûnerên hemû girînendeyên gumrikê yên rêveberiyên xweser û komîteyên amade bûn.

Civîn bi nirxandina xebatên hemû girînendeyên gumrikê dest pê kir, her wiha mijara cûdabûna buhayê gumrikan di navbera rêveberiyan de hat nîqaşkirin.

Piştî nîqaşan beşdaran li ser avakirin komîteya "Polîtîkeya Gumrikê" li hev kirin. Erka komîteyê dê lêkolînekê li ser buhayan di bazaran de çêbike, paşê buhayekî gumrikê li bo madeyên ku di deriyê sînor re derbasî herêmê dibin diyar bike.

Made, di derêyên "Sêmalka, Minbic, Tebqa û Dêrazorê" bi rêveberiya girînendeya giştî ya gumrikê ya Desteya Diravî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyê derbas dibin.

Desteya Darayî di nav xwe de "Girînendeya Gumrikê, Komîteya Bazirganiyê û Buroya Baceyan" di nav xwe de digire.

ANHA


Mijarên Din