‘Komxebat diyalogê, destpêkirina komxebatên cidî û kûr  der barê jinê de ye’

Koordînasiyona Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat got nîqaş û pêşniyarên ku di komxebata diyaloga jinên Sûriyê de hatine kirin, wê bibe  destpêkirina komxebatên diyalogê yên cidî û kûr der barê jinê de.

          Duh, Meclisa Jinan a Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê komxebata diyalogê bi diruşma" Jin û ol...diyalektîka desthilat û azadbûnê ye" bi beşdarbûna zêdetirî 150 kesayetên jin ji meclis, rêxistinan jinan, partî û jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dar xist. Di komxebatê de 2 aliyên girîng hatin nîqaşkirin ku ew jî wiha ne; rewşa jin di saya yekaliya ol û bandorên wê û ji nû ve xwendina ayetên olî û asoyên çareserkirinê.

Da ku li ser girîngiya vê komxebatê û mijarên ku tê de hatine nîqaşkirin bê vegotin, nûçegihanên ajansa me ANHA’yê bi Koordînasiyona Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekar re hevpeyvînek çêkir. Di vê çarçoveyê de Lîna Berekat îşaret got: “Nîqaş û çareyên ku di komxebatê de hatine nîqaşkirin, girîngî bi awayekî mezin dide tevkariya jinan a rakirina bandorên ol ên yekalî û beşdarbûna wê di biryarstandinan de û dayîna qanûnên ku maf û çalakiyên wan di civakê de garantor bike."

Lîna bal kişand ser ku divê jin ewlehiya fikrî ava bike, şerê xizantiyê û jiyaneke hevbeş û bi rûmet dabîn bike da ku hewceyî tu kesî nebe.

Têkildarî mijarê Berekat diyar kir ku yekalîbûn û tundrewbûn ne ji taybetmendiya civak an beşeke jê ye, ew nexweşiyeke ku hemû civak azaran der barê de dikşînin û dibe alîkar ku teror li herêmê derkeve.

Di domana axaftina xwe de Lîna got: “Meclisê bi rêya gelek pêşniyarên ku ji komxebatê derketin ku di nîqaşên pêş yên diyalogan de dê guftogo bike, sûd girtiye. Her wiha jî mijarên olî dê komxebatên pêş de bên nîqaşkirin. Ev mijar jî di salên borî ji hêla jinan ve nehatine nîqaşkirin ji ber tenê nîqaş a mêran bû. Ev gav jî dê bibe gaveke bêhempa di dîroka jin de.”

Di dirêjahiya axaftinê de Lîna Berekat diyar kir ku ev komxebat deriyê derfetan li pêş jinan vekir ku nêrîn, pêşniyarên xwe yên ku berê jê hatibûn mehrûmkirin û di xwe de girtibûn bînin ziman û da zanîn ku dê bi rêya sazî û komîteyan xwe ji nexweşiya yekalî rizgar bibin  û zanebûnê di nava civakê de belav bikin da nêrîna mêr der barê wan de bê guhartin.

Lîna Berekat axaftina xwe wiha bi dawî kir ku ev komxebat dê bibe destpêkirina komxebatên dîtir, lê belê dê mijarên ji van kûrtiri bêne nîqaşkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din