`Komxebat ji bo pênaseya rola jin pir gining bû’

Gelek jinên beşdarî komxebata diyalogê ku bi sponseriya Meclisa Jinên Sûriyê hate lidar xistin gotin: “Lidarxistina vê komxebatê pir girîng bû. Da ku pênaseya rola jin û mafê wê ku ji ber hişmendiya baviksalar a serdest hate çewsandin, bê naskirin."

Bi sponseriya Meclisa Jinên Sûriyê duh li navçeya Eyn Îsa komxebata diyalogê bi dirûşmeya  `Jin û ol, diyalektîka di navbera desthilatbûn û azadiyê’ hat lidarxistin. Zêdetirî 150 kesayetên ji meclis, rêxistinên jinan, partiyên siyasî û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî komxebatê bûn. Armanc jê fêmkirina awa û sedemên radîkal, sedemên belavbûna wê li herêma Rojhilata Navîn û cîhanê, cûdahî di navbera radîkal û terorê, rewşa jin tê de..

Di dawîbûna komxebatê de, endama Koodînasyona Jin di PYD`ê de Coliya Kurdo û endama Rêveberiya Komîteya Jin a Meclisa Jinên Sûriyê Zelîxe Ebdî û cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber Ilîzebêt Gewriyê derbarê girîngiya lidarxistina vê komxebatê ji ANHA`yê re axivîn.

Endama Koordînasyona Jin a PYD`ê Colya Kurdo diyar kir ku lidarxistina vê komxebatê pir girîng e û wiha got: “Da ku pênaseya rola jin û mafê wê ku ji ber hişmendiya baviksalar a serdest hate çewsandin, bê naskirin."

Kurdo diyar kir ku semînerên ku di vê komxebatê de hatin dayîn, deriyên nû ji jinên beşdar re hat vekirin. Kurdo got eger nîqaş û fikrên di vê komxebatê, di nava civakê de bêne belavkirin dê pir baş be.

Derbarê mijarê de, endama Rêveberiya Meclisa Sivîl a Reqayê Zelîxe Ebdî got: “Kedên Meclisa Jin a Sûriyê di nîqaşkirina kulên jinan de heye. Her wiha wê bi rêya van komxebatan, mafê jinê pê bide naskirin.”

Ebdî banga alîkariyê kir û wiha got: “Divê alîkariya jinên ku zilma DAIŞ’ê dîtine û hîn jî ji bin bandora wê derneketine bê kirin.”

Cîgira hevserokatiyê Ilîzebêt Gewriyê îşaret bi tecrûbeya Rêveberiya Xweser kir û wiha got: “Divê ev tecrûbe bi taybet li hemû bajarên Sûriyê û cîhanê giştî pêk were. Komxebatên mîna vê komxebatê bibin wane ku jin jê zaniest û fêmkirina rast a mafê xwe fêr bibe.”

ANHA


Mijarên Din