‘Komxebata eşîran delîlê hevgirtina gelê Sûriyê ye’

Şêxê eşîra El-Begare û nûnerê eşîra El-Micademê teqez kir ku Komxebata Eşîrên Sûriyê delîlê biratî, hevgirtin û hêza di navbera gelê Sûriyê û pêkhateyên wê de ye û her wiha planên dagirkeran têk dibe.

Duh Komxebata Eşîrên Sûriyê bi sponseriya MSD`ê bi dirûşma "Eşîrên Sûriyê parastina civakê dikin û hevpeyamana civakî mîsoger dikin" hate lidarxistin. Di komxebatê de kesayetên ji eşîran, saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û fermandarên QSD`ê amade bûn.

Piştî komxebatê şêxê eşîra El-Begare Haçim El-Beşîr û nûnerê eşîra El-Micademê Feysel El-Salim der barê komxebatê û nameya bi rêya wê şandin, ji nûçegihanên ajansa me ANHA’yê re axivîn.

Şêxê eşîra El-Begare Haçim El-Beşîr teqez kir ku Komxebata Eşîrên Sûriyê bi giştî baş bû, hemû pêkhate li hev civiyan, ev yek jî delîlê biratî û hevgirtin û hêza di navbera gelên Sûriyê de bi hemû pêkhateyên wê ye.

El-Beşîr da xuyakirin ku di komxebatê de piraniya daxwazên gelan hatin erêkirin û wiha pê de çû: "Rêveberî li ser hin daxwazên din ên ku ji aliyê me ve hatin pêşkêşkirin, li şûna şêniyên ku me bi wan re dan û standin kir, dixebite."

Haçim El-Beşîr di dawiya axaftina xwe de spasiya MSD`ê kir ku ev komxebat li dar xist û bi rêya wê eşîrên Sûriyê û pêkhateyên herêmê di yek konî de civiyan û hêvî kir ku ev komxebat bibe destpêka komxebatên din.

Der barê mijarê de nûnerê eşîra El-Mecademê Feysel El-Salim got komxebatê hevgirtina civakê diyar kir û teqez kir ku divê li pêşiya dagirkeriyê bi hemû cureyên wê ji Colanê heta Efrînê bisekinin, her wiha destnîşan kir ku dê Sûriye bibe yek ji hemû gelên Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê re.

Beriya niha Tirkiyê gelek civîn ji eşîr û nûnerên Ereb re li Sûriyê re li dar xistin, armanca wê pêkanîna daxwazên dewleta Tirkiyê yên dagirkeriyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û belavkirina cudahiyê di navbera pêkhateyên wê de ye. Der barê mijarê de Feysel El-Salim wiha got: "Eşîrên ku şerê terora DAIŞ`ê kir, ew xwediyên biryar û xakê ne.”

El-Salim di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew ê yek bin û li ber xwe bidin û planên dagirkeran pûç bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din