Komxebata eşîran: Hevgirtina civakê bersiva hemû komployan e

Eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê anîn ziman ku yekitî û hevgirtina civakê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têrê dike li hember komployên ku afirandina nakokiyan li herêmê armanc dikin, bisekine. Rûspiya banga lidarxistin diyalogên navxweyî kirin li hemû aliyên Sûriyê kir.

Bi dirûşmeya "Hevgirtina pêkhateyan bi nasnameya xwe ya azad rêya me ya ber bi yekitiya niştimanî ve ye" Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebatek diyalogan li xwaringeha Teyfûr a bajarê Hesekê lidar xist.

Gelek şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî komxbatê bibûn, ji wan eşîran  "Weheb, Miwalî, Welda, Neîm, Icêl, Sexba, Bûxemîs, Cibûr, Begara, Şerabîn, Badîna, Kîkan û Gabarî", Berpirsê Têkiliyên Derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso û serokê Meclisa Desteya Rûspiyan a bajarê Hesekê Abdullah Gundewar di komxebatê de amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, Berpirsê Têkiliyên Derve yê PYD‘ê Salih Muslim axivî û got: "Civîna me ya li vir xwedî wateyek din ji xeta hevgirtin û gengeşekirinî ye. Şêx û rûspiyên me lêvegera vê civakê ne, lê ev li rihetiya hin aliyan nehat ji ber vê yekê xwestin civakê bê rêveber û bê lêveger bihêlin."

Muslim wiha domand: "Pêwîstiya me bi şêx û rûspiyan heye yên ku dikarên di dema krîzan de civakê birêve bibin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanca me ya yekem avakirina civakeke exlaq û polîtîk e û civak ji siyasetê re têghiştî be û xwedî pîvanên exlaqî be. Beşê siyasî jî ji partiyên siyasî re hate hiştin da ku civakê hişyar bikin û bi rêve bibin, beşê exlaqî li ser milê şêx û rûspiyan dikeve."

Salih Muslim got: "Dijminên me ne pîvanên exlaqî û ne jî siyasî di ber çavan re derbas nakin, nêzîkatiyên wan li gorî xwestek û berjewendiyên wan e. Hemû aliyan dest di civaka me de werdan xwedî berjewendiyên taybet in, lê azar dibepara civaka me. Di nav me de yek nîne û ferdek ji malbata xwe winda nekiriye. Em ê bira bimînin ji ber ku me di xendeqekê de bi hev re şer kir. Hêzên Sûriya Demokratîk bi Koalîsyona Navnetewî re bû hevkar da ku terorê têk bibe ne ku ji bo şerê gelê Sûriyê bike."

Hevserokê TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso jî axivî û got: "Em bi diyalogên Sûrî-Sûrî re ne, ne parçebûn û serxwebûna ji Sûriyê naxwaze, armanca me xurtkirina pêşeroja Sûriyê ye û parastina hemû pêkhateyên wê bikin. Ji ber ev mafê hemû Sûriyan e."

Hiso ev tişt domand: "Welatê me wêran bûye, gelê me di rewşên herî zehmet de dijî, binsazî û aboriya welatê me bi tamamî rûxyaye. Ji ber şer û komoloyan gelek bajar hilweşaiyan. Ev hemû wê bi zendê zarokên me ava bibe. Wekî TEV-DEM‘ê baweriya me bi gelê mezin e ku dê karibe bighêje Sûriyeke azad."

Şêx û rûspiyan jî nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Hemû hêz sedem danîn da ku hebûna xwe li Sûriyê rewa bikin. Em di civakeke hevgirtî de ne, hêzên mêtînger hatin da ku welatê me parçe bikin û hevgirtina gelên wê xirab bikin. Em bi QSD‘ê re ne ji ber ku ji şêniyên Sûriyê ne û banga diyalogên Sûrî-Sûrî dikin."

Eşîrên Ereb gotin, divê rejîma Sûriyê diyalogan bi Rêveberiya Xweser re qebûl bike û ev tişt anîn ziman: "Ji ber gog di stada rejêma Sûriyê de ye, Rêveberiya Xweser de gavan davêje û rejîm red dike."

Piştre dîwanê encamnameya dawîn a komxebatê xwend.

Encamname wiha ye:

"Ji ber pêşketin û bûyerên xwîndar ku li Sûriyê rû didin:

Komxebatek berfireh a rûspiyên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê di 20-2-2020`an de li dar ket. Gelek rûspiyên civakê tev li komxebatê bûn. Komxebatê rewşên Sûriyê ji ber mudexeleya herêmî û navneteweyî, encamên êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê û dagirkirin Girê Spî, Serêkaniyê, Efrîn, Cerablus, Bab û Idlibê nîqaş kirin.

Komxebatê berxwedana domdar a li dijî dagirker û terorê û hevgirtina civakê li hember êrişa çeteyan silav kirin.

Ev hevgirtina neteweyî ya ku weke tovikek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bûye, dikare li tevahiya Sûriyê fireh bibe. Ev tişt hinek hêzên herêmî û navneteweyî aciz kirin. Ji ber wê mudexele kirin û hewl dan tevlihevî û fîtneyan di navbera gelan de biafrînin ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bînin.

Beşdarên komxebatê dibînin ku yekitî û hevgirtina civakê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têrê dike li hember komployên ku afirandina nakokiyan li herêmê armanc dikin, bisekine.  Tevahiyan rave kirin ku danûstandin û şêwiriya di navbera rûspiyên civakê û hêzên siyasî de dikare tevahiya hewldanên hêzên herêmî û navneteweyî bibin bixe.

Beşdarên komxebatê banga avêtina gavên cidî kir, ji bo diyalogeke cidî û berpirs di navbera hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ava bibe da ku aloziya Sûriyê çareser bikin. Çareseriya aloziya Sûriyê bi rêya gelê wê pêkane. Diyaloga Sûrî-Sûrî dikare Sûriyeyek demokratîk ji şêniyan re ava bike. Divê sûd ji tecrûbeya bi êş a 8 salên şer were girtin. beşdarên komxebatê destnîşan kirin ku bê peydakirina azadiyê ji tevahiya mirovan re avakirina Sûriyeya demokratîk nepêkane.

Her wiha beşdaran anîn ziman ku ew dagirkirina axa Sûriyê  û êrişên li dijî serdestiya wê red dikin. Berxwedana heyî li dijî dagirkerî û terorê silav kirin. beşdaran destnîşan kirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk a ku ji ciwanên pêkhateyên herêmê ava bûye, beşek ji berxwedanê ne û ew hêz in demokratîk û bi displîn in. divê ew bibe beşek ji pergala parastinê ya Sûriyê. Lewra divê ew were parastin û were pêşxistin.

Beşdaran yekrêziya refa gelê Sûriyê û hevgirtina tevahiya pêkhateyan destnîşan kirin wek misogerkerê rizgarkirina axa dagirkirî û derxistina tevahiya hêzan ji axa Sûriyê.

Di dawiya komxebatê de beşdaran berdewamkirina orgenîzekirina mîna van komxebatan teqez kirin da ku nêrînên xwe parve bikin. Her wiha divê rûspiyên herêmê di çareserkirina aloziyê de bibin şirîk."

(şx)

ANHA


Mijarên Din