‘Komxebata eşîran nameyek ji dijberên yekbûna xaka Sûriyê re bû’

Fethullah Hiso got lidarxistina komxebata eşîran bersiveke xurt ji hêzên dijberên yekbûna xaka Sûriyê re bû ku fitneyan di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diçînin, her wiha gaveke mezin û nameyek ji hemû hêzên dijberên berjewendiyên gel re ye.

Bi dirûşma "Eşîrên Sûriyê civakê diparêzin û hevpeyamana civakî mîsoger dikin" bi sponseriya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di 3`yê Gulanê de li bajarokê Eyn Îsa li bakurê Sûriyê bi beşdarbûna 5 hezar nûnerên ji rûspî û eşîrên Ereb û Kurd û nûnerên ji hemû pêkhateyên herêmên Sûriyê, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, fermandarên QSD`ê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebatek li dar ket.

Der barê mijarê de, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê şaxê Hesekê Fethullah Hiso ji ANHA`yê re axivî û wiha got: "Lidarxistina komxebata eşîrên Kurd, Ereb, kesayetên serbixwe û partiyên siyasî girîngî bû. Bi taybet piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê derbasî pêvajoya duyemîn bû, ew jî ya herî girîng e."

Komxebat parastina yekbûna xaka Sûriyê ye

Hiso da zanîn ku girîngiya lidarxistina komxebatê parastina yekbûna xaka Sûriyê ye, ne wekî aliyên dijber îdia dikin ku aliyên peywendîdar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin Sûriyê parçe bikin û wiha dewam kir: "Komxebat bersiveke mezin ji hêzên dijberên yekbûna xaka Sûriyê re bû, her wiha dijberên projeya ku li ser biratiya gelan û yekbûna nêrînê di neteweya demokratîk de ye."

Fethullah Hiso lidarxistina komxebata li Eyn Îsayê wek serkeftineke mezin bi nav kir ku lê hemû pêkhateyên herêmê kom bûn û gihaştin çareseriyeke xizmeta berjewendiyên gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha pê de çû: "Gaveke mezin û nameyek ji hemû hêzên dijberên berjewendiyên gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye û îsbat kir ku gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji fitneyan re hişyar e."

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk Kurd destnîşan kir ku hemû gelê Sûriyê nas kir ku çareseriya aloziya Sûriyê tenê bi destê gelê Sûriyê pêk tê û wiha got: "Li aliyekê ji bo yekbûna xaka Sûriyê û parastina demografiya Sûriyê ev komxebat pêk hat."

Koma Astanayê banga parçekirinê dike

Fethullah Hiso diyar kir ku koma Astanayê  banga parçekirinê dike û wiha got: "Tiştê ku îro em dibînin îsbata wê yekê ye, di nav de dagirkirina Efrîn û Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve. Li ser çi yekbûna xakê diaxivîn, dewleta Sûriyê di vî alî de helwesta xwe kêm e, tu daxuyanî der barê yekbûna van xakên dagirkirî de dernexistin, lê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rê dide aliyên neteweyî û yekbûna xaka Sûriyê û demokrasiyê."  

Hiso wiha dirêjî da axaftina xwe: "Komxebatê refleks ji aliyê Rûsya û rejîma Sûriyê ve çêkir, îdia dikirin ku komxebat banga parçekirinê dike, em ji helwesta Sûriyê û Rûsyayê matmayî namînin. Beriya vê me daxwaza diyaloga Sûrî – Sûrî kir, ji destpêkê de helwesta wan zelal bû, rejîma Sûriyê tenê yek al û yek zimanî dixwaze. Em jî li dijî vê nîjadperestiyê ne, em dixwazin parkekê vekin tê de hemû gul hebin û dewleteke pirreng, demokratîk û nenavendî ava bikin."

Di dawiya axaftina xwe de Hiso spasiya lehengiya hemû pêkhateyên gelên Ereb, Suryan û Kurd kir û hêvî kir ku ewlehî li hemû herêman belav bibe.

(jo)

ANHA


Mijarên Din