Komxebata Eşîrên  Kurd bidawî bû

Rûspiyên Kurd ên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên dagirkeriya Tirk banga hevgirtinê li gelên herêmê kirin. Rûspiyan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê banga pêkanîna diyalogên cidî  bi MSD‘ê re li "Desthildata li Şamê" kir.

Îro li bajarê Dêrikê bi tevlîbûna bi sedan nûnerên eşîrên Kurd, mêvan, nûnerên civaka sivîl û eşîrên ereban Komxebata Eşîrên Kurd li dar ket.

Komxebata bi dirûşmeya "Bi dilsoziya bi giyanê pakrewanan re berxwedana me ya ji bo parastina gelê me û destkefiyên me dewam dike" hatibû organîzekirin bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Encamname ji aliyê Hevserokê TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso ve hate xwendin.

Encamname wiha ye:

‘Doza Kurd kilîta çareserkirina aloziyan e‘

"Em li vir  kom bûne da ku ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin ku doza Kurd li Sûriyê dozeke adil e û divê destûra nû ya Sûriyeya demokratîk de were parastin. Ji ber doza Kurd kilîta çareserkirina aloziya Sûriyê û aloziya tevahî herêmê ye. Her wihe em li vir in da ku ragihînin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ji beriya 5 salan ve hatiye damezirandin sedema ewlehî û aramiya herêmî ye. Bi saya vê rêveberiyê em û şirîk û birayên me yên li vî welatî bi jiyaneke hevbeş dijîn û çarenûsa me yek e, hevalên me yên Ereb, Suryan, Ermen, Musliman, Xiristiyan û Êzidî di xendeqekê de yek in.

‘Gefên Erdogan xebatên aştiyê asteng dike û li dijî qanûnên navdewletî ne‘

Em gefên ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ê destek dide DAIŞ û hemû  rêxistinên faşîst red dikin. Ev gefanan hemû xebatên ji bo aştî, aramî û ewlehiya li Sûriyê û herêmê asteng dike. Gefên wan bi dehê qatan bandorek neynî li hundirê Tirkiyê dike. Gefên têne kirin her wiha li gorî zagonên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, di heman demê de serweriya xaka Sûriyê, pîvan û qanûnên navdewletî yên têkiliyên cîranê binpê dike.

Hincetên ku rejîma Tirkiyê  bi kar tîne ji rastiyê dûr in, taybet ji ber ku rejîma Tirkiyê ti binpêkirinek ji hêla me ve nedîtiye, ku metirsiya ewlehiya Tirkiyê û hemî welatên cîran bixe xeteriyê, lê berevajiyê vê yekê ji ber ku em hemû dizanin ku rejîma Erdogan yek ji aliyê sereke ku destek da faşîzma DAIŞ ku Girê Spî dagir bike. Me guleyek ber gel û sînorê Tirkiyê ve ne avêt. Ji ber em aştîxwaz in. Em hewla diyalogan û çareserkirina aloziya bi rêya Rêveberiya Xweser didin ji ber ku ev rêberî teqezî li ser yekitiya xaka Sûriyê dike.

Bang

Em bang li hemû gelên Sûriyê li tevahî erdnîgariya Sûriyê dikin ku li dijî gefan di yek rêzê de bisekinin. Em bang li DYA`yê ya serkêşiya ku Koolîsyona Navdewletî ya li dijî terorê dike, Komkara Ereban, Rûsyaya Federal, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku erkên xwe bi cih bînin, dagirkeriya Tirk li herêmên Cerablus, Ezaz, Idlib û hemû herêmên Sûriyê di serî de Efrîna berxwedêr derxînin da ku ewlehî li xelkên wê resen vegere.

Em bang li Desthilata Şamê dikin ku dest bi diyalogên cidî bi Meclisa Sûriyeya Demokratîk re bike da ku aloziya me çareser bibe û hemû hewldanên li dijî ewlehî, xaka werin qutkirin û Sûriyê ji hemû pêkhateyan re be.

Em soza xwe ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re nû dikin ku em ê li hember hemû êrîşan bisekinin û li li kêleka rêveberiya xwe Rêveberiya Xweser a Demokratîk biskinin heta ku hemû arîşe û metirsî bidawî bibin."

ANHA


Mijarên Din