Komxebata jinan a li Tebqayê dê sibe berdewam bike

Bernameya roja yekemîn a komxebata berfireh a jinan bi şahiyekê li keleha Caeber bi dawî bû. Komxebat dê sibe dîsa berdewam bike

Bi dehan saziyên sivîl û leşkerî yên herêma Tebqayê û gundewarê wê, nûnerên tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û beşdarên komxebatê tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de endamên Rêveberiya Jin a Reqayê dîlanek gelêrî pêşendan, piştre koma stranan a Reqayê stranên folklorî yên Reqayê gotin. Her wiha zaroka bi navê Lona helbestek û stranek vegotin.

Roja yekemîn a komxebatê bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Komxebat dê sibe bi nîqaşkirina mijarên din girêdayî jnan dewam bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din