Komxebata jinên Sûriyê bi sermîner û nirxandinan dewam dike

Endama desteya rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê li Reqayê Suhêr Hamid di komxebata jinên Sûriyê de semîrek da. Di semînerê de rola jinan di pêvjoyên dîrokê  ta roja îro hate nirxandin.

Komxebata bi silogana `Jin û ol, diyaliktîka desthilatbûn û azadbûnê` li navçeya  Eyn Îsa bi nirxandinan dewam dike.

Di beşê yekemîn ê komxebatê de `rewşa jinan û bandora tudrewiya olî` hate gotûbêj kirin. Derbarê mijarê de endama desteya rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê Suhêr Hamid semînerek da.

Hamid di semînerê de rewş û azarên jinan di pêvajoyên dîrokê, ji serdema berî Îslamê ta pêvjoya dagirkeriya DAIŞ`ê de, nîşan dan.

Di semînerê de hate gotin ku jinan ji bo azadiyê têkşîneke mezin kiriye, hin caran biser ketiye hin caran jî hatiye çewisandin. Li gorî Hamid sedemên binkeftina hin hewldanên jinan yên azadiyê kêmbûna rêxistin û piştgiriyê bû.

Di semînerê de rewşa jinan di serdema Islamê de jî nirxand. Li gorî Hamid her çiqas di ola Islamê de cihê berz yê jinê hebû jî, lê dîsa jî ji ber pêkanînê çewt jin bi navê Islamê hatiye çewisandin û mafên wê ji aliyê hişmendiya baviksariyê ve hatine winda kirin.

Piştî semînerê ji aliyên beşdaran ve gelek nirxandin hatin kirin. Beşdarên civînê mijara semînerê nirxandin û hin pêşniyar û têbînî derketin.

Tê payin ku di rûniştina duyemîn de mijara `cudahiya di navbera tundrewî, terorê û pirsgirêkên jinan ên di bin dagîrkeriya DAIŞ`ê de` bête gotûbêjkirin.  Derbarê mijarê de dê kordînarota giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat semînerê bide.

(k)

ANHA


Mijarên Din