Komxebata jinên Sûriyê destpê kir

Komxebat  jinên Sûriyê bi siloganan ‘Jin û ol, diyalikîtîka desthilatbûn û azadbûnê ne’  li navçeya Eyn Îsa destpê kir.

Li ser vexwendina Meclisa Jinên Sûriyê, li navçeya Eyn Îsa Komxebata bi siloganan ‘Jin û ol, diyalikîtîka desthilatbûn û azadbûnê ne`` destpêkir. 100 jinên endamên meclis û rêxistinên jinan û partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar3ı komxebatê bûn.

Piştî rêzgirtinê kordînatora giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berkat axaftina destpêkê kir û bixêrhatina hemû beşdaran kir.

Paşê çalakiyên komxebatê destpê kirin, di beşê yekemîn de mijara ‘rewşa Jin û bandora tudrewiya olî` tê gotûbêj kirin. Derbarê mijarê de endama desteya rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê Suhêr Hamid semînerek da.

Li gorî programa komxebatê, dê di rûniştina duyemîn a beşê yekemîn de mijara `cudahiya di navbera tundrewî, terorê û pirsgirêkên jinan ên di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de’ bête gotûbêjkirin. Derbarê mijarê de dê kordînarota giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat semînerekê bide.

Di beşê duyemîn de jî dê mijara `ji nûve nirxandina deqa olî û asoyên çareseriyê` bête nirxandin. Dê derbarê mijarê de semînera ku ji aliyê hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar ve hatiye amade kirin, bê  xwendin. Derar ji ber sedemên tenduristî nikarî beşdarî komxebatê bibe. Li şûna wê dê endama Meclisa jinên Sûriyê li Reqayê Suad Elkurdî semînerê bixwîne.

Li gorî kordînatora giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat armanca komxebatê nirxandin û naskirina sedemên tudrewiyê, çima li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye, nirxandina cudahiyên di navbera tudrewî û terorê, her wiha nirxandina rewşa jinan di bin dagirkeriya rêxistinên terorê de bêne nîqaş kirin.

(k)

ANHA


Mijarên Din