‘Komxebata êlan tekeziya xurtkirina têkiliyên pêkhateyên Sûriyê ye’

Rûspiyên êlên bajarê Reqayê tekez kir ku komxebat sepandina yekitiya gel û girêdana wê bi yekitiya xaka Sûriyê re raber dike. Her wiha bal kişand ser ku komxebat têkiliyên di navbera hemû pêkhateyan gelê Sûriyê de jî xurttir dike.

Li navçeya Eyn Îsayê di 3’yê Gulanê de bi dirûşma "Rûspiyên Sûriyê civakê û hevpeymana civakî diparêzin" bi beşdarbûna nêzî 5 hezar kesayetên Sûriyê, nûnerên êlan û pêkhateyên tevahî gelê Sûriyê, li hev civîn. Her wiha beşdaran li dawiyê tekeziya yekitiya xaka Sûriyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî kir. Pê re jî nîjadperestiya li ser bingeha neteweyî, olî û etnîk hat redkirin û pêwîstiya berpirsyarî da ku aloziya tevahî Sûriyê bê çareserkirin û ziwakirina kaniyên terorê, bê hilgirtin.

Rûspiyên êlên Reqayê yên beşdarî komxebatê bûne, bal kişand ser amadebûna wan di komxebatê de ji bo sepandina yekitiya xaka Sûriyê û gel e û tekeziya xurtkirina têkiliyan di navbera pêkhateyên Sûriyê de ye.

Di vê çareçoveyê de şêxê êla Mûse, Zahir Ayêd Hadî wiha axivî: "Armanca me ya sereke ji vê komxebatê ew e ku ji tevahî cîhanê re diyar bikin û bisepînin ku em hemû sûrî ne û tu cudahî di navbera pêkhateyên herêmê de tune ye. Tekeziya xurtkirina têkiliyên di navbera me de jî raber bikin."

Ayêd Hadî wiha lê zêde kir: "Encama komxebatê berhemeke baş da û pê re gihaştin lihevkirineke hevpar da ku xizmeta gelê Sûriyê bikin. Di demên dawîn de hin şaneyên razayî yên girêdayî ajandeyên derve û xwediyên nefsxirab dest bi belavkirina tevlihevî û aloziyê di herêmên me de kirin. Ew jî bi armanca destavêtin û têkbirina ewlehî û aramiya welatê me ye. Ji lew re divê ciwanên xwe nîşanî rêyên rast ku parastina aştî û yekitiya Sûriyê û avakirina Sûriyê demokratîk a ber bi projeya tevahî mafên etnîk û pêkhateyên gelê Sûriyê ve dibe, bikin."

Ji aliyê xwe ve şêxê êla El-Sebxe El-Erebiyê Mihemed Tirkî Soan wiha domand: "Divê piştevanî û piştgiriya hêzên ku em ji ala reş a reşahî ya ku li hemû welat fikra xwe ya terorî û dermirovî belav kiriye, bikin. Biryarên bi armancên aramiyê bidin. Divê hemû kesên ku hewl didin berjewendî û armancên xwe pêk bînin, bizanin em yek gel in ku piştevaniya civaka xwe ji gefên xetereya ewlehiya li ser welat dikin, diparêzin." 

Şêx Mihemed Tirkî Soan bal kişand ser ku dê ji hemû cîhanê re bisepînin ku sînorên xaka xwe li beramber dagirkeriya ku bixwaze destdirêjiyê li azadî û projeya demokratîk a ku bi rêya şehîdan bi dest ketiye bike, diparêzin.

Soan destnîşan kir ku divê rûspiyên êlan rokele girîng bilîzin, bi taybet di vê pêvajoya hesas de ya ku Sûriyê tê re derbas dibe û wiha pê de çû: "Ji ber ku ew dikarin ciwanên xwe ber bi rêyên rast ve bibin. Li hember dagirkeriyê jî li rex hev bisekinin."

Di dawiyê de Şêx Mihemed Tirkî Soan bang li civaka navneteweyî kir ku divê demîr û wijdana xwe li hember kiryar û binpêkirinên dijminahiya Tirk bi lêkirina dîwarê parçekirinê yê li bajarê Efrînê ji herêmên Sûriyê bilivînin. Her wiha heyîna Tirkiyê li Sûriyê bi her awayekî red dikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din