Komxebata êlên herêma Cizîrê banga diyaloga biberpirsyarî kir

Komxebata diyaloga êlên herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bi dawî bû û bang li desthilatên Şamê kir ku diyaloga cidî û biberpirsyarî bi MSD’ê re bi armanca çareseriya aloziya Sûriyê û qutkirina hewldanên destwerdana ewlehî û axa Sûriyê li dar bixe.

Bi serkêşiya Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê sûriyê, vê sibehê komxebata diyalogê ya êl û qebîleyên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya zêdetirî 500 rûspî û şêxên qebîleyan li dar ket. Komxebet bi dirûşma "Na ji gefên Tirkiyê yên der barê Bakurê Sûriyê de, erê ji Sûriyeya ewle re" di Hola Zana ya li Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat.

Piştî nîqaşên li ser pêşketinên siyasî û diyalogên beşdaran der barê rewşa heyî de, nexasim gefên Tirkiyê yên li ser herêmê, komxebat bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji hêla rûspiyê êla Tey Hesen Ferhan, Abdurehman Al-Taî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi banga Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dirûşma "Na ji gefên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê re, erê ji Sûryeya ewle re" li Qamişlo bi sedan nûnerên qebîle, êl û aktîvîstên civakî yên herêma Cizîrê li hev civîn. Beşdaran gefên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê û xetereyên wê yên li ser destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku nêzî 34 hezar şehîd û birîndar ji tevahî pêkhateyên Sûriyê di oxira wê de canê xwe daye, nîqaş kirin.

Em li vir kom bûn da ku ji raya giştî û cîhanê re ragihînin ku gefên Tirkiyê yên nû ji yên berê ne qut in. Ew jî binpêkirina der barê qanûnên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di heman demê de jî binpêkirina li ser serweriya Sûriyê û mîsaqên cîhanî ye. Bihaneyên ku rejîma Tirkiyê di vê derbarê de dide der, derew in û dûrî rastiyê ne. Rejîma Tirkiyê êdî nikare tu binpêkirinekê ji hêla me ku ewlehiya Tirkiyê dixe xeteriyê, aşkere bike. Berovajî wê gefên Tirkiyê ji dema berxwedana Serêkaniyê ya di 2012’an de heta berxwedana Efrînê û vê kêliyê ve berdewam in.

Di wê çarçoveyê de, bang li gelê Sûriyê ji Horan heta Qamişlo dikin ku bi yekrefî li hember gefên tevahî gel dikeve xeteriyê bisekinin. Her wiha jî bang li NY’yê, Meclisa Ewlehiyê, Camîeya Erebî, Rêxistina Hevkariya Îslamî û tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku birpirsiyariya van rûdanan hilgirin û li ser bidawîkirina dewleta dagirker a Tirk li herêmên Cerablus, Bab, Ezaz, Idlib, bakurê Hema û Laziqiyê û di serî de jî Efrîna berxwedêr a ku hêdî nabe heta şêniyên resen lê vedigerin, bixebitin. Li aliyekî dîtir jî bang li Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîka ya li dijî terorîstê ya ku me bi hev re ava kiriye, dikin ku derbeyên tund li rêxistina faşîst a DAIŞ’ê bidin. Ji ber sûdwarê yekemîn ji gefên Tirkiyê ew e.”

Di daxuyaniyê de bang li rejîmê jî hat kirin û wiha hate gotin: "Bang li desthilata Şamê dikin da ku diyaloga cidî û berpirsiyar bi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re ya bi armanca çareseriya alzoiya Sûriyê, birîna destwerdana li ewlehî û axa Sûriyê û da ku koçberên Sûriyê bi tevahî pêkhateyên xwe vegerin, pêk bîne.

Daxuyaniya êlan wiha bi dawî bû: "Di dawiyê de, soz û ehda xwe nû dikin ku li rex Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bisekinin da ku li hember dijmin bin. Ji ber ew zarok, bira û xweşkên me ne. Bi saya xweda û wan em serê xwe bilind dikin û bi ewle û aramî jiyan dikin. Em bi Sûriyeya xwe ya jiyana hevbeş a bi rêya biratiya gelan û yekitiya çarenûsê, ser bilind in."

(fr)

ANHA


Mijarên Din