Komxebata MSD‘ê li Berlînê: Pêwîste kongreya hêzên opozîsyona demokratîk lidar keve

Beşdarên komxebata sêyemîn a MSD‘ê ku duh li peytexta Almanya Berlînê li dar ketibû destnîşan kirin ku pêwîste kongreyek hêzên opozîsyona Sûriyê bi tevlibûna hemû kesayet û hêzên demokratîk were lidarxistin.

Di çarçoveya nêzîkirina nêrînên oposîzyona demokratîk a Sûriyê yên di hundir û derveyî welat de Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) duh li peytexta Almanya Berlînê komxebata sêyemîn li dar xist. 30 kesayetên opozîsyona siyasî ya sûrî yên li Almanyayê, Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar, cîgira hevserokatiyê Mejdolîn Hesen, endamên komîteya amadekar a komxebatên li derveyî welatî Elî Rehmûn û Hisên Umer di komxebatê de amade bûn.

Komxebat li gorî plansaziya werşeyê du rojên domdar berdewam kir. Di komxebatê de mijarên girêdayî makenîzme û rêbazên lidarxistina kongreya neteweyî ya opozîsyona demokratîk a Sûriyê hatin nîqaşkirin. Her wiha makenîzmeya karê Rêveberiya Xweser û girîngiya vê projeyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hatin şîrovekirin. Tevî wê jî encama komxebata diyaloga sûrî-sûrî ( nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê) a ku li Kobanê di 18 û 19`ê Tîrmehê de li darkeriya  hatin nîqaşkirin. 

Di dawiya komxebatê de beşdaran diyar kirin ku pêwîste kongreya neteweyî ya hêzên opozîsyona were lidarxistin. Her wiha destnîşan kirin ku pêwîste tevahiya kesayet û hêzên sûrî yên bi diyalogê û fikrê demokratîk bawer in tev li kongreyê bibin.

Komxebata yekemîn a MSD‘ê ya li derveyî Sûriyê rojan 29 û 30`ê Hezîranê li Parîsê û ya duyemîn jî di 12 û 13`ê Tîrmehê li Viyanayê li dar ketin.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din