Komxebata rûspiyên êlên herêma Cizîrê dest pê kir

Di van kêliyan de Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komxebata Diyalogê ya Eşîr û Qebîleyên Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dar dixe. Zêdetirî 500 rûspi û serokeşîrên Ereb, Kurd, Suryan, Ermen û Aşûrî tev li komxebatê bûne.

Bi serkêşiya Desteya Rûspiyan, beriya niha bi çend kêliyan Komxebata Diyalogê ya Eşîr û Qebîleyên Herêma Cizîrê bi dirûşma “Na ji gefên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê re, erê ji Sûriyeke ewle re” li hola civînan a Zana ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

Ji saet 9`ê sibehê ve şandeyên serokeşîr û rûspiyên êl û eşîrên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Ermen berê xwe didin Hola Zana. Di holê de pankartên “Em bi berxwedana xwe li dijî hemû gefan bi israr in, ji ber ku em aştîxwaz in, yek alî ne li rex QSD’ê” hatine daliqandin. Her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên civaka sivîl, siyasetmedar û rewşenbîr, oldar û rûspiyên eşîrên Iraqê jî tev li komxebatê bûne.

Li gorî nûçegihanê me ragihandiye ku eşîr û qebîleyên ku tev li komxebatê bûne ev in; Cebûr, Zibêt, Teyî, Şeraba, Cewala, Igêdat, Edwan û Begara.

Piştî ku komxebatê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir û bixêrhatina hemû eşîr, qebîle û kesayetên hazir hate kirin, endamê Meclisa Serokatiya Desteya Rûspiyan Himber Hesen axivî. Hesen spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji ber derfet daye desteyê da ku komxebateke bi vî rengî li dar bixe û behsa fedakariyên YPG, YPJ û QSD’ê kir ku ji bo rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê kirine.

Himber Hesen ev komxebat wek civîneke Sûrî-Sûrî bi nav kir û got: “Em ewladên vê axê ne û ji mafê me ye ku çarenûsa xwe diyar bikin. Em îro li vir in ji bo em ji cîhanê tevahî re bibêjin ku em destûrê nadin tu aliyan ku ewlehî û destkeftiyên me têk bibe û di serî de Tirkiye. Ger ew bixwazin em aştîxwaz in û ger hewl dan êrîşî axa me bikin, em berxwedêr in.”

Komxebat bi nîqaşa rewşa siyasî li Rojhilata Navîn û nexasim Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.

Tê payîn ku komxebat bi derxistina daxuyaniyekê bi dawî bibe.

(kc)

ANHA


Mijarên Din