Komxebata têkildarî çeteyên DAIŞ’ê di roja duyemîn de berdewam dike

Di roja duyemîn a komxebata navneteweyî ya têkildarî çeteyên DAIŞ’ê de, dê li ser 4 mijaran semîner bên dayîn. Roja duyemîn a komxebatê bi semînera maseya yekemîn dest pê kir.

Komxebata navneteweyî ya têkildarî çeteyên DAIŞ’ê ku Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) li Hola Beylesan a li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo organîze kiriye, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

Hola Beylesan ji aliyê Hêzên Asayîşa Taybet, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî ve tên parastin.

Bi sedan kesên navdar beşdarî komxebatê bûne. Îro li ser 4 masayen wê semîner werin dayîn.

Mijara maseya yekemîn milên leşkerî û ewlekarî yên terora DAIŞ’ê ne. Moderatoriya maseyê Dr. Mihemed Ebdilqadir dê bike. Dr. Nicholas Heras, Dr. Seed Bîn Umer, rojnameger Zana Omar û ji fermandarên YPJ`ê Tolhildan Ehmed jî dê semîner bidin.

Mijara maseya duyemîn milên çandî û olî yên terora DAIŞ’ê ne. Moderatoriya maseyê Mûnir Şêxî dê bike. Mensûr Teyfûrî, Dr. Amy Austin Homales, Thomas Garrett, Mihemed Cîhad Îbrarî jî dê semînerê bidin.

Mijara maseya sêyemîn milên aborî û civakî yên terora DAIŞ’ê ne.  Moderatoriya maseyê Dr. Mihemed Şewqî Mihemed dike û Dr. Ehmed Yûsiv, Dr. Muhîb Salha, lêkolîner Ehmed Pelda dê semînerê bidin.

Maseya çaremîn jî li mijara jin û terora DAIŞ’ê hûr dibe. Moderatoriya maseyê Lîna Berekat dê bike. Berîvan Mihemed Yûnis û Zozan Sîma jî dê semînerê bidin.

Piştî semîneran dê nîqaş û guftûgo bi mêvanan re bên kirin.

(mk)

ANHA


Mijarên Din