NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Komxebata têkildarî DAIŞ’ê ji gavên pêşerojê re rê ye-ANALÎZ

Di komxebata navnetewî ya tekildarî DAIŞ’ê  de derket holê ku DAIŞ mijareke cîhanî ye û divê çareserî jî hevkar be. Avakirina dadgehekî navnetewî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê wê gelek encamên wekî têkiliyên dewletan bi DAIŞ’ê re derxe holê.

Komxebata navnetewî ya têkildarî DAIŞ’ê  bi sponseriya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo sê rojan dewam kir. Di van rojan de terora DAIŞ`ê ji gelek aliyan ve wekî; siyasî, leşkerî, aborî, çandî, olî ve, bandora wê li ser jinê, rola jinê di tinekirina terorê de û awayên rêgirtina li pêşiya vejandina wê hatin nîqaşkirin. Nêzî 200 kesên navdar yên cîhanî beşdarî  vê komxebatê bûn. Di encama komxebatê de nêrîn tekildarî dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê di dadgehek navnetewî de hatin dayîn.

Ji gavên pêşarojê re komxebat mînak e

Komxebata tekildarî DAIŞ’ê li welatê têkbirina DAIŞ’ê hat lidarxistin. Ev komxebat tekildarî nîqaşkirina DAIŞ’ê de gavek nû bû û ji bo berdewamkirina gavên wiha mînakek mezin bû. Ji 15 dewletan; rewşenbîr, rojnameger, parêzer, akademîsyen, lêkolîner, mamoste, dîplomat di komxebatê de pirsgireka DAIŞ’ê de nîqaş kirin. Ev nîşandide ku ev pirsgirek hemû mirovahiyê eleqeder dike û divê çareserî jî hevpar be. Li gor parezerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên biyanî divê dadgeh li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin. Ji milê aborî, delîl û warên ku sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatiye û ev dibe sedem ku dadgeh li herêmê bê avakirin.

Derengmayîn dê bibe sedem ku DAIŞ xwe birêxistin dike

Mijarek ewqas berbiçav dewletên navnetewî çima naxwazin têkeve rojevê? Demdirêjiya pirsgireka dadgehkirina çeteyên dijmirovahiyê dibe sedema dem qezenc kirinê. Ev jî dê bibe sedema ji nûve avakirin û rêxistinkirina DAIŞ’ê. Gelo ev demdirêjî bi zanebûn ji aliyê dewletan tê dayîn? Ev rewş di serê mirovan de vê pirsê ava dike. Dewletên ku hevkariya çeteyên DAIŞ’ê kirine dixwazin wan nûjen bikin. Yek ji wan jî dewleta Tirk e.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo berjewendiyên xwe yên her alî de hevkarî û piştgiriya DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Piştî ku DAIŞ hat têkbirin, dewleta Tirk gefan li herêmê dixwe. Tirkiyê bi armanca têkbirina DAIŞ’ê asteng bike, tev digere. Ji nûve avakirin yan jî ji nûvê rêxistinkirina DAIŞ’ê ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê ji bo hemû cîhanê xeteriyêke. Rewşek wiha de îxtimal heye ku li dewletan DAIŞ dîsa dest bi teqînan bike. DAIŞ ji hevkarên xwe jî tolê rabike. Çareseriya pêşîgirtina van îxtîmal û metirsiyan avakirina dadgehek navnetewî ye. Wê jinûve avabûna çeteyan çareserkirina vê pirsgirekê hin zehmettir bike.

Di dadgehê de alîgirên çeteyan wê bên eşkerekirin

Avakirina dadgehek navnetewî ji bo çeteyên DAIŞ’ê wê gelek encamên  wekî tekiliyên dewletan bi DAIŞ’ê re derbixe holê. Ev derketina hevkariya dewletan bi DAIŞ’ê re wê di cîhanê de krîzek nû ava bike. Kî aligirê çeteyan e û kî jî dijminên çeteya ne wê zelal bibe. Planên dewletan di avakirina çeteyan de ser çi esasî bû ev jî wê derbikeve. Gelo hêzên navnetewî ji vê ditirsin û ji ber wê naxwazin DAIŞ di dadgehek navnetewî de bê darizandin? Bi hişmendiya bila çete di destê Rêveberiya Xweser de girtîbin em dikarin fînansa wan bikin, çareserî ji pirsgirêka çeteyan re nabe. Wê heya kengî ev çete di destê Rêveberiya Xweser de bin? Her çiqas niha dewleta Tirk û Qatar di hevkariya çeteyan de berbiçav bin jî ev tirsên dewletan ji avakirina dadgehek navnetewî re diyar dike ku hin dewletên din jî hevkariya çeteyan de cih digirin.

Fikrê Ocalan ji hişmendiya DAIŞ’ê re çareserî ye

Fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan di komxebatê de wekî çareserî cihê xwe girt. Bi giştî nêrînan de bi armanca peydakirina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re pêwîstî bi sîstemeke demokratîk heye da ku kaniyên ku DAIŞ û rêxistinên tundrew avakirine werin zûhakirin. Di vê çarçoveyê de divê netewa demokratîk modêla çareseriyê, projeya aştiyê ye, were esas girtin derket holê.

Tekildarî dagehkirina DAIŞ’ê di dadgehên navnetewî de beşdara komxebatê lêkolîner Anne Speckhar got: “Divê di bin sîwana Netewên Yekbûyî de dadgehkirina çeteyên DAIŞ bê avakirin.”

‘Konfedaralîzm wê bihele ku herêm bê nasîn ‘

 Anne Speckhar diyar kir ku bi naskirina herêmê re wê dadgehek navnetewî bê avakirin.

Speckhar, got ku wê bi dadgehkirinê re, Konfedaralîzma Rojavayê Kurdistanê di herêmê de bê nasîn.

Speckhar wiha axifî: “Ewqas çeteyên biyanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cîh digrin. Divê hemû dewlet wan hemwelatiyên xwe bigrin û li dewleta xwe de li gor zagonên xwe darizînin. Divê ji bo van çeteyan lêpirsinek cidî bê çêkirin. Di vî aliyî de QSD karek gelek mezin dike.  Hemû pîvanên navnetewî di lêpirsînên xwe de pêk tînin.  Hemû dewlet bila bi berpirayariya xwe rabin.”

‘Bi vî awayî hebûna DAIŞ’ê xeter e’

Profesora zaningeha Qahîrê Amy Austin Homeles jî diyar kir ku ev komxebat di dema xwe de hatiye lidarxistin û got: “Di welatê ku DAIŞ lê têkçûye de nîqaşkirina rewşa DAIŞ’ê gelek girîng e. Bi taybet di têkbirina DAIŞ’ê de rola jinan sereke û girîng bû. Hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di têkbirina DAIŞ’ê de têkoşînek mezin dan meşandin. Divê di herêmê de dadgehek navnetewî çêbibe. Hemwelatiyên herêmê û bi taybet jin divê rola xwe di dadgehê de bilîzin.”

Her wiha Amy Austin Homeles anî ziman ku divê dewlet bi erkên xwe rabin û hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î bigrin, wan li welatên xwe darizînin, hebûna çeteyan bi vî awayî xeter e.

Wekî di axaftinên beşdaran de jî derdikeve holê ku dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê di dadgehek navnetewî de hem ji bo roja îro hem jî ji bo pêşî girtina xeteriyên pêşarojê re pêwîste. Avakirina vê dadgehê wê li pêşiya gelek kiryaran bisekine û bibe encama pêkanîna hiqûqa navnetewî.

ANHA


Mijarên Din