Komxebata Xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh bi beşdarbûna 100 xwendekaran li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo dest pê kir. Komxebata bi armanca nîqaşkirina rola xwendekaran di civakê de û peydakirina mekanîzma rêxistinkirina wan li dar ket.
Di roja duyemîn a komxebatê de ev mijar hatin nîqaşkirin; girîngiya birêxistinkirina xwendekaran, şêwazê tevlêbûna wan ji xebatê ku nûnertiya wan dike, beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê rewşa xwendekaran, rola xwendekaran di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, tevlêbûna wan ji xebatên şoreşgerî re, heta kîjan astê tevgerên xwendekaran destek da avakirina şoreşa fikrî û pêşketina wê, ji destpêka şoreşê û heta îro rewşa xwendekaran û xwendekar û nasnameya ciwanan.
Piştî nîqaşên berfireh komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.
Endamê Komîteya Amadekar Siyamend Hesen encamname xwend.
Di encamnameyê de mekanîzmeya rêxistinkirina xwendekaran û pêşxistina rola wan hatin destnîşankirin. Her wiha hate gotin ku pêwîste kongreyeke berfireh ji bo xwendekarên Sûriyê were lidarxistin, encamên komxebatê bibe bingeha rêxistinkirina refa xwendekaran.
ANHA