Konê çalakiyê yê li Helebê di roja xwe ya 6`emîn de ye

Konê çalakiyê yê ku ji aliyê Kongreya Star ve ku bi dirûşma "Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û neteweya demokratîk ava bikin" ku bi armanca piştgiriya berxwedana çalakgerên birçîbûnê, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li taxa Şêxmeqsûdê hate vedan, di roja xwe ya 6`emîn de ye.

Îro konê çalakiyê yê ku li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Rojava hatiye vedan, bi serdana endamên saziyên civaka sivîl, Meclisa Sûriya Demokratîk, Meclisa Jinên Sûriyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Partiya Yekitiya Demokratîk berdewam bû.

Bernameya konê çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê Kongreya Star endama kongreyê Leyla Xalid axivî û berxwedana têkoşerên di oxira azadiya welatê xwe û kesên ku parastina doza xwe dikin, ku çalakiya greva birçîbûnê ya bêdorveger ragihandine û derbasî qonaxa rojiya mirinê bûne, silav kir.

Leyla di dewama axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji sala 2011`an de ye dewam dike, red kir û wiha pê de çû: "Çalakiya têkoşerên ku bi rêveberiya berxwedana Leyla Guven dest pê kir, dikaribûn bi vîna xwe desthilata Tirkiyê neçar bikin ku parêzer hevdîtinê bi rêber Apo re çêke."

Piştî bidawîkirina axaftina bi navê Kongreya Star, bi navê PYD`ê Enîsa Osman, Reşîd Reşo li ser navê çalakgerên birçîbûnê, Şiyar Efrîn li ser navê Mala Êzidiyan, Ferîda El-Kurdî li ser navê Meclisa Jinên Sûriyê, Remzî Şêx Musa ser navê Tevgera Civaka Demokratîk, Bedran Hemû ser navê Meclisa Sûriya Demokratîk û Meyasa Tacî li ser navê MSD`ê axivîn.  

Kesên axivîn, silav li çalakiya  çalakgerên greva birçîbûnê yên di zindanên dagirkeriya Tirkiyê de kirin û piştgiriya xwe li hemû cîhanê tekez kirin, her wiha tekez kirin ku bi rihê têkoşîna çalakgeran û ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Îmraliyê de, çirûska azadiyê li cîhanê hate vêxistin û gel zêdetir bi vîna xwe li hember dewletên ku hewldana şikandina vîna wan dikin, rawestin, bi taybet dijminên mirovahiyê yên ku siyaseta tunekirin û kuştina gel dimeşînin.

Her wiha partî û kesên ku beşdarî rêxistinên mirovî û mafnasiyê yên di cîhanê de, banga piştgiriya pêngava têkoşeran û daxwazên wan ên rakirina tecrîda li ser Ocalan kir.

Bernameya çalakiyê bi sloganên"Bijî berxwedana çalakgeran” û “Azadî ji Ocalan re" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din