Konê piştgiriya çalakiya grevên birçîbûnê li Kobanê di roja 3`yemîn de didome

Konê çalakiyê yê ku bi armanca piştgiriya çalakgerên greva  birçîbûnê ku li Kobanê hatiye vedan, di roja 3`yemîn de didome.

Rojane bi sedan şêniyên kantona Kobanê, endam û rêveberên saziyên sivîl berê xwe didin konê çalakiyê û nobetê lê digirin.

Bi armanca rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8`ê Mijdar 2018`an de bi pêşengiya parlamentera HDP`ê û hevseroka KCD`ê Leyla Guven bi hezaran kes ketin grava birçîbûnê. Her wiha bi heman armancê 30 girtiyên di zindanên Tirkiyê de jî dest bi rojiya mirinê kir.

Beriya 3 rojan bi serkêşiya Kongreya Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Ciwanên Sûriyê konê piştgiriya grevên birçîbûnê û rojiya mirinê li bakurê bajarê Kobanê li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de hate vedan.

Di bin konê çalakiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Arif Balî axivî û wiha got: "Ev 198 roj e jina Kurd a têkoşer Leyla Guven ji bo tecrîda li ser rêber Apo bişikê, bi israr çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam dike. Divê li beramberî  vê çalakiyê em her tim bi dengê xwe  û bi çalakiyên xwe piştgiriyê bidin Leyla Guven û hemû çalakgeran ji ber ku rêber Apo  serokekî navneteweyî ye û azadiya wî ji bo hemû gelan girîng e."

ANHA


Mijarên Din